18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Wê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê

Hevberdevkê HDk’ê Cengîz Çîçek dengê xwe da û wiha got: “Wê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê.”

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek, li Dibistana Amadehî ya Suleyman Şah a li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê dengê xwe da. Çîçek, tevî partiyiyên din hate dengdayînê. Çîçek, li dibistanê ji hêla welatiyan ve bi çepikan hate pêşwazîkirin. Rojnamegerên ku ji bo şopandina Çîçek diçûn, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Çîçek di dema dengdayînê de nîşaneya serkeftinê kir û dengê xwe da. Piştî dengdayînê, Çîçek wiha got: “Em îro du cejnan bi hev re dijîn. Yek jê Roja Dayikan û ya din jî em ê roja demokrasî û azadiyê pîroz bikin. Dema min dengê xwe dayî beriya her tiştî min Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Geziyê hîs kirin… Em dizanin ku îro dê hem bibe cejna dayikan hem jî bibe cejna bindest û berxwedêran. Îro dê bibe cejna demokrasî û azadiyê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê