21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê agirbest

Piştî şerê 5 rojan di navbera artêşa Îsraîlê û komên Filistînê de bi navbênkariya Misrê şeva berê saet di 19:00′an de agirbest hat ragihandin

Piştî şerê di navbera artêşa Îsraîlê û komên Filistînê de ku 5 rojan li Xezayê dewam kir, Misirê ji bo agirbestê navbeynkarî kir. Agirbest şeva berê saet di 19:00′an de li gorî dema GMT kete pratîkê. Li gorî France 24, piştî 15 deqeyan, agirbest hate binpêkirin.

Desthilatên Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku13′yê Gulanê saet di 22:00′an de li gorî dema herêmê agirbest ket pratîkê. Qahîreyê bang li her du aliyan kir ku li gorî lihevkirina agirbestê tev bigerin.

Şerê  vê dawiyê yê di navbera Îsraîl û komên filistînî de ji yên Tebaxa 2022′yan girantir bû. Şer roja sêşema borî bi êrişên hewayî dest pê kir û di encamê de 3 fermandarên leşkerî yên Cîhad Îslamî hatin kuştin.

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî (OCHA) ya NY′yê diyar kir ku di nav de 7 zarok, bi giştî13 welatiyên filistînî hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî got, di nav de 3 zarok, bi giştî 4 welatiyê Filistinê bi moşekên komên filistînî li Xezayê hatin kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, ji sêşemê ve 371 cih kirine hedef û zêdetirî hezar û 230 moşek ji Xezayê hatine avêtin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku pergala parastina asîmanî zêdetirî 370 moşek bêbandor kirin.