4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Turk û Aydenîz dengên xwe dan

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Mêrdînê dengên xwe dan û gotin: “Bila bibe destpêka heyamek nû.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li taxa Misûriyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê dengên xwe dan. Aydenîz û Turk bi şandeyek qelebalix hatin dibistanê û welatiyên li dibistanê wan pêşwazî kirin, li gel wan wêneyên xwe girtin.

Ahmet Turk piştî dengê xwe da wiha got: “Bila ev hilbijartin bibe destpêka heyamek nû.”

Aydenîz jî piştî dengê xwe bikar anî wiha axivî: “Ez bi hêvî me wê ev hilbijartin bibe destpêka heyamek ku edalet bicih were, dayik negirîn û siberojek azad û aştî ji bo dayikan temîn bikin. Em ji bo demokrasî were welat dengên xwe bikar tînin.”