4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Arslan: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe

Alî Riza Arslan ku hestiyên lawê xwe Hakan Arslan di kîsekî de radestî wî hatibû kirin piştî dengê xwe da got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û dengê xwe bikar bîne.”

Alî Riza Arslan ê ku lawê wî Hakan Arslan di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûra Amedê di navbera salên 2015-2016’an de jiyana xwe ji dest dabû û hestiyên lawê wî piştî 7 salan di kîsekî de radestî wî kiribûn, dengê xwe bikar anî. Alî Riza Arslan li gundê Çawûşê yê bi ser navçeya Qereyaziya Erziromê ve dengê xwe bikar anî.

Arslan piştî dengê xwe da wiha got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û dengê xwe bikar bîne. Pêwîste êdî em ji vê zilmê xelas bibin. Divê gelê me bi vê hişmendiyê dengên xwe bikar bînin. Em dixwazin gelê me dengên xwe bidin xwe.”