22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûçar û Akin banga xwedîderketina li sindoqan kirin

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin dengê xwe dan û bang li hilbijêran kirin ku dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin.

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dengê xwe dan. Ûçar li Dibistana Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û Akin jî li Lîseya Anadolûyê ya Îşgoren a li navçeya Konakê ya Îzmîrê dengê xwe da.

Ûçar, berî ku dengê xwe di sindoqa bi hejmara 1359’an de bide bang li dengdêran kir ku dengê xwe bidin û ev tişt got: “Ez dixwazim biçin ser sindoqê û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xwe bidim. Cardin meseleya ewlehiyê heye. Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim quwet be. Ez dixwazim ji 14’ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me û sindoqên me û siberoja me biparêzin. Bi hêviya ku encamên vê hilbijartinê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya wekhevî û azadiyê.”

Akin jî piştî ku dengê xwe da destnîşan kir ku wî dengê xwe ji bo demokrasî û guherînê daye û wiha got: “Hêvîdar im 28’ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê bibe roja azadî, aştî û demokrasiyê. Çi bibe jî em ê her tim ji bo wekhevî, azadî û aştiyê têbikoşin.”