spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hûn çi difiroşin

Carekê gundiyek ji xwe re dadikeve bajêr da ku hin hewcedariyên mala xwe bikire. Mirovî gundî di ber megazayeke mezin re derbas dibe û dikeve nava magazayê. Dibîne ku gelek tiştên ecêb di wê dikanê de hene lê nizane ew çi difiroşin. Li Megazeyê 2 mirov li hemberî hev rûniştinê û ji xwe re sohbetê dikin.  Zilamê gundî ji wan her du kesan re dibêje: “Selamû elêkum.”

Ew jî silava wî vedigerînin û dibêjin eleykum selam.

Mirovê gundî dibêje: “Pirs ne şerme gelo hûn çi li vir difiroşin?”

Xwediyê dikanê kenê xwe pê dike ji hevalê xwe re çav dişkîne û dibêje: “Em keran difiroşin.”

Mirovê gundî jî ferq dike ku ew kenê xwe pê dikin radibe wiha bersiva xwediyê dikanê dide û dibêje: “Ma ji bilî we kerek din heye yan hûn her du tenê ne.”