3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min îro xwe azad kir

Gelî xwendevanê rojnameya Xwebûn bi slavên germ û hezek ji dil we hemûyan silav dikim. Dikim ku xwe bi nivîsekî   bigihînim we. Bêjim va em dîsa bi hev re ne,  lewma çirkek kelecanî me. Heke li çar hêlê welatê min netewe hezên kurd di Googleyê de rûpelên rojnameya Xwebûnê bi ser hev de wergerînin û bixwînin ji bo min û her kurdeke zimanhez û zimanparêz dibe sedema bextewariyê. Diramim ku nivîsa xwe amade bikim ka vê hefteyê çi bû çi ne bû? Dimeyzim  qetilameke balkêș ku ketiye çapemeniyê yan jî medya dijîtal min nedî lewma jî ji șabûna dikim ku bifirim. Șadim îro li cîhanê ya jî li erdnîgariya me kurdek bê sûc û sewal nehatiye qetilkirin. Șadim îro li erdnîgariya Tirkiyeyê jinek ji alî hevserê xwe yan jî ji alî destgirțiyê xwe ve nehatiye qetilkirin.

Șadim ji kêfan dile min stranekê ji dengê dengbêjek jin dixwaze. Mesela ji dengê Eyșe Șan a nemir guhdariyastrana “Hat havîna gundê me” dikim. Difikirim ku Eyșe Șan di dunyayê de șoreșgereke bijarteye.

Îro civaka kurd ji xewa mirinê șiyar bûye dîsa jî gelek keçên kurd nikarin di nav civaka baviksalarî de destê xwe bilind bikin û bêjin: “Hișbin, bêdeng bin, rêzdar bin û guhdar bin. Ez ê stranê bistrêm. Eyșana Elî pêncî sal berê ji nav civaka kurd derket pêșberî civakê û hikûmetên demê û bi zimanê xwe yê qedexekirî qêriya. Li hember dewletê bi zimanê dayika xwe ku ev ziman bi carekî qedexe bû, li hember civakê jî (civaka baviksalarî dengê jinê bilind kir!) wan deman bihîstina dengê jinê bi her renî guneh bû, qedexe bû, red bû, lê çi balkêșe jî dengê Eyşe Şanê ji her mala kurd bilind dibû. Ew dengê xweș û zelal, ew dengê jinê yê șêrîn û narîn, bandor li ser her kesî/ê yên kurd ku dildarê muzîkê û bêjiyê bûn kir.

Gotina min ew e ku heke çi dikî ku baș û serkeftî bikî tu yê pê serfiraz bî, belkî nizanibûn ku ev jin jî malbata wê heye, ji bo jinek ku karibe derkeve derve bêje ez dixwazim dengê xwe bi ser dengê mêr bixim divê dil û gurçikên wê ji pola bûya. Tirsa mêrên ku dibêjin bila dengê jinê bi ser me nekeve ji aliyekî, tirsa dewletê ya ku digot kî bi kurmancî biaxive șûna wan zindane, halê wan xîzaniye. Ez ji jinên jêhatî hêzê digirim.

Lewma min îro xwe ji malê azad kir, derketim çûm li kuçe û kolanên Îzmîrê geriyam pașê çûm navenda HDP’ê. Min jinên jîr, jinên bêhna aștiyê ji wan dihat dîtin, li bin wêneyê Denîz Poyraz a ku li hemû dîwaran daliqandî, me bi dil û can hev hembêz kir. Me pêvajo nirxand.

Di vê pêvajoya hilbijartinê de ji çavê jinan hêvî dihatin xwendin. Culet û xebatên jinan û wêneyê Denîz Poyraz ku bi me re dikenî kêfa min xweș kir û hêviyên min ji bo pêșerojeke ronî mezintir kir. Hatim malê hevjînê min xwarin çêkiribû lawê min firaq șûștibûn.