18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina sê alî ya li Moskovayê û nerazîbûna xelkê Sûriyeyê

Li gundewarê bakurê Helebê û Serêkaniyê ,Girê Spî û bajarê Idlibê, bi xwepêşandanên girseyî daxuyaniya der barê hevdîtina hikûmeta tirk û rejîma Sûriyeyê şermezarkirin

Civîna sê alî ya wezîrên parastinê yên Tirkiye, Rûsya û rêjîma Sûriyeyê û serokên îstixbarata Sûriyê û Tirkiyeyê, li herêma bakur û rojavayê Sûriyê bûn cihê hêrsa xelkên herêmê.

Li gorî çavkaniyên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di vê çarçoveyê de çalakvanan li ser malperên civakî banga xwepêşandanên girseyî kirin.

Çalakvanan li Idlibê li ser torên civakî li dijî Tirkiyê û komên di bin kontrola wê de  nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku ew civîn ji daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo demokrasî, azadî û rûmetê dûr e.

Çalakvanan daxwaz ji Heyet Tehrîr el-Şam û komên din kirin ku daxuyaniyekê bidin ji bo zelalkirina helwesta xwe der barê vê civîna sê alî de.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku hevdîtin erênî  bû

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê  12’ê tebaxê diyar kiribû ku xwepêşandanên girseyî li çend navçeyên Sûriyê hatin lidarxistin û daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê şermezar kirin.

ji ber ku xelk û rûniştvanên Ezaz, Suran û deverên din li gundewarê bakurê Helebê û Serêkaniyê ,Girê Spî û bajarê Idlibê, bi xwepêşandanên girseyî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve  Mevlut Çavuşoglu şermezar kirin. Çavuşoglu jî wiha got: “Divê muxalefet û rejim bi vî awayî li hev bikin.”

Xwepêşandêran nerazîbûna xwe li dijî vê hevdîtinê bi dirûşmeyên li ser dîwaran anîn ziman, dirûşma herî balkêş jî ev bû: “Bimire Tirkiye û Bimire Rejîm”.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêkê de Tirkiye bi riya komên çekdar ên cuda destwerdana Sûriyeyê kir û di çend salên dawî de hikûmeta tirk bi xwe destwerdan kir û gelek deverên Sûriyeyê bi alîkariya wan komên çete xistin bin kontrola xwe.

Ji aliyekî din ve hikûmeta tirk herdem ew komên çekdar ji bo berjewendiyên welatê xwe bikar anîn, ew veguherandin wekî çeteyên bi pere û li gelek deverên din jî wekî (Lîbya û Azerbeycanê) ew ji xwe re bikaranîn.

Komên çekdar ên ku bi hêviya guhertina rejîma Sûriyeyê û bi destxistina desthilatiya wî welatî bi hikûmeta tirk re tevdigeriyan, niha dema dibnînin hikûmeta tirk bi rejîma Sûriyeyê re li hev dike, nû ferq dikin ku hikûmeta tirk tenê ew ji xwe re bikar anîne.