4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tîryakî: Çapemeniya alîgir serdana me berovajî kir

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî, der barê serdana wan a Lîbyayê de diyar kir ku çapemeniya alîgir serdana wan berovajî kiriye û wan bi Xelîfe Haftar re hevdîtin nekiriye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), tevî zextên desthilatê yên li dijî xwe jî xebatên xwe yên dîplomatîk ên li herêmê didomîne. Di vê çarçoveyê de di 19’ê kanûnê de heyeteke HDP’ê ku ji alîkarên hevserokên giştî yên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Mehmet Ruştu Tîryakî pêk dihat, serdana Libyayê kirin. Her parlamenterên HDP’ê piştî ku li Libyayê hin hevdîtinan pêk anîbûn vegeriyabûn welat û serdana wan a Libyayê di çapameniya alîgir a desthilatê de hatibû berovajîkirin û hatibû angaştkirin ku Hatîmogûllari û Mehmet Ruştu Tîryakî li Libyayê bi Xelîfe Hefter ê bi dijberiya xwe ya Tirkiyeyê tê nasîn re hevdîtin kirine.

Parlamenterên HDP’ê yê Êlihê û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî, der barê serdana wan de ji rojnameya me re axivî. Tîryakî, diyar kir ku li ser vexwendina Serokê Partiya Tevgera Pêşerojê ya Lîbyayê Abdulhadî El Hîveyj di çarçoveya xebatên Meseya Rojhilata Navîn a Komîsyona Dîplomasiyê ya HDP’ê de serdana bajarê Bîngazî yê Libyayê kirine û wiha got:

“Birêz Abdulhadî El Hîveyj berê Wezîrtiya Derve ya Lîbyayê kiribû, îro jî weke serokê Partiya Tevgera Pêşerojê ya Lîbyayê siyasetmedar e. Me di vê xwendinê de gelek hevdîtin pêk anîn, me serdana navenda partiyê kir, me serdana gora Omer Muxtar kir. Me serdana herêmên bajêr ên ku di dema têkoşîna DAÎŞ’ê de hatine şewitandin kir. Ez dikarim bibêjim, me bi Partiya Tevgera Pêşerojê ya Lîbyayê re ji bo hîmê têkiliyên me yên pêşerojê bên xurtkirin têkilî danîn. Em weke partî cara pêşîn bi Lîbyayê re têkiliyan datînin. Bêguman bi partiyên siyasî yên Lîbyayê û nûnerên wan re em li welatên din têkilîn lê belê tevî Mesa me ya Rojhilat Navîn cara pêşîn me bi awayekî fermî serdana Lîbyayê kir.”

Dîtina çapameniya alîgir a serdanê

Tiryakî, ji bo angaştên ku ji aliyê çapameniya alîgir ve der barê serdana wan de hatin kirin jî ev tişt gotin: “Destpêkê vê yekê bibêjim, me bi Xalîfe Hafter re tu hevdîtin nekirin. Di bernameya serdana me de hevdîtineke wiha tune bû. Lê mixabin medyaya alîgir serdana me bi awayekî din pêşkêş kir. Ji ber ku li derveyî polîtîkayên fermî yên AKP û hikumetê, her têkiliyî weke îxanet dibînin em jî weke xayînê welêt sûcdar kirin. Halbûkî me polîtîkayên hikumetê li meclîsê rexne kirin. Me ji bo hemû teskereyên leşkerşandina Libyayê di meclîsê de got, na. Me li Tirkiyeyê çi got, li Lîbyayê jî heman tişt gotin. Me li Lîbyayê çi gotibû li Tirkiyeyê jî heman gotin dubare kirin.”

Partiyên Lîbyayê hêvî didin

Di berdewama axaftina xwe de Tîryakî, bal kişand ser rewşa ku li Lîbyayê şopandine û bi bîr xist ku li Lîbyayê qeyraneke cidî heye lê di rastiyê de Lîbya di nav dewlemendiyê de xizaniyê dijî û wiha pê de çû: “Dibe ku ji aliyê av û erdê zîraetê hin tengasiyan bijîn. Ancax çavkaniyên wan ên petrol û gaza xwezayî yên ku têra 7 milyon serjimara wan bike hene. Destpêkê bi Bihara Ereban û rûxandina rejîma Qedafî re pişt re jî bi êrîşên DAÎŞ’ê re di serî de Bîngazî hin bajarên welat hatine şewitandin û rûxandin. Herî dawî li Trablûs û Bîngaziyê derketina du desthilatdariyan gelê Lîbyayê dikin nav dijwariyên aborî. Lê dikarim vê bibêjim ku li Lîbyayê têkoşîna siyasî û partiyên siyasî yên bi hêvî li pêşerojê dinêrin û vê yekê dabînî bikin jî hene. Ez hêvî dikim ku di demeke kurt de  van pirsgirêkan derbas bikin û bên asta welatekî geşdar. A ku me bi kelecanî dike ev e, di nav vê qeyran û tevliheviyê de hebûna partiyên serxwebûnparêz, azadixwaz, azadîxwaziya laîk û azadiya jinan diparêzin. “

Polîtîkaya Erdogan nabe çareserî

Tîryakî, der barê polîtîkaya ku desthilata AKP-MHP’ê li Lîbyayê dimeşîne de jî got, ‘Polîtîkaya hikumeta Erdogan ne aştîxwaz e, ev polîtîka rê dide ku pirsgirêkên Lîbyayê çareser nebin, berovajiyê vê pirsgirêk û pevçûn kûr bibin. Halbûkî ji berê ve, ji ber sedemên cuda li Tirkiyeyê, ji kurdan, kemalîstan, dîndaran heta lîberalan ji her beşên civakî sempatiya wan ji bo Lîbyayê heye’ û der barê mijarê de ev nirxandin kir:

“Heta niha tu hikumetekê di polîtîkaya derve de ji bo siyaseta Lîbyayê alîgir, bi rêbazên siyasî û leşkerî mudaxeleya hundir bike, nemeşandibû. Mixabin hikumeta Erdogan bi awayê siyasî û leşkerî siyaseteke mudaxeleyî karên hundir ên Lîbyayê dike, dimeşîne. ji ber vê yekê beşeke mezin ji gelê Lîbyayê ji bo Tirkiyeyê û nemaze Erdogan hestên erênî nahewîne. Divê em bi awayekî gelek aşkera bêjin ku berpirsiyarê vê yekê ne rêvebiriyên siyasî yên Lîbyayê ne, hikumeta Erdogan bixwe ye.  Bi rastî serlêdana me, ji bo ku nîşan bide Tirkiye tenê bi hikumeta Erdogan pêk nayê, girîng bû. Dikarim bibêjim ku serlêdana me beşeke mezin ji gelê Lîbyayê, li ser hestên wan ên ji bo Tirkiyeyê bi awayekî erênî bandor kir.”

Wê hevdîtinên wan bidomin

Di dawiya axaftina xwe de Tîryakî, destnîşan kir ku ji bilî Lîbyayê wê serdanên wan ji bo welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur jî hebin û evt tişt got: “Welatên Afrîkaya bakur û ereb, kurdan, HDP’ê û Tirkiyeyê ji nêzik ve dişopînin. Em ê jî ji vî aliyî ve hewldanên ku têkiliyên me xurt bikin, pêk bînin.”