7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Parêzvanên Şoreşê’ êrîşî malên rojnamegeran dikin û alavên wan desteser dikin

Ajanên rejîmê gef li rojnamegeran xwarin ku naverok an jî nêrînên xwe yên derbarê xwepêşandanan de neweşînin

Li gorî malpera Iran Internationalê, di rojên borî de hat ragihandin ku pasdarên Şoreşa Îranê êrişî malên hejmarek rojnamevanan kirine û dest danîne ser alavên wan ên rojnamegeriyê.

Rêjîmê bi dehan rojnamevan li bajarên curbicur girtin, û bi dehan kesên din jî piştî derketina xwepêşandanan ji bo îfadeyê gazî wan kirin.

Sendîkaya Rojnamegeran girtina nêzî 70 rojnamegeran piştrast kir ku nîvê wan bi kefaletê hatine berdan.

Dezgeha dadweriya Îranê hejmarek ji rojnamegeran bi kombûn û lihevkirina bi armanca pêkanîna tawanên dijî ewlehiya netewî û propaganda li dijî rejîmê tawanbar kirin.

Li gorî rapora “Iran International”, Elaha Mihemedî, rojnamevana rojnameya “Him Mihan” roja 18’ê Kanûnê bi telefonê bi hevjînê xwe re pêwendiyeke kurt kir û tê de ragehand ku, ew û Nîlûfer Hemîdî rojnamevana rojnameya “Şerq” birine girtîgeha “Qerçak” ê.

Berdevkê Dezgeha Dadweriya Îranê, Mesûd Stêşî, ragihand ku tometa her du rojnamevanan “kombûn û lihevkirina bi armanca pêkanîna tawanên dijî ewlehiya netewî”, û “propagandaya li dijî rejîmê” ye.

Hêjayî gotinê ye tevî hemû zext, tundî û gefên rejîma Îranê nerazîbûnên gelê Îranê yên ku di 16 îlonê de dest pê kirin zêdeyî 3 mehan li şûn xwe hiştin, nerazîbûn veguherîn serhildanan û bi şêwe û rêbazên cuda berdewam dikin.