5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tunisê aloziya aborî û siyasî

Welatiyên ku beşdarî hilbijartinan nebûne dizanîn ku hilbijartin rewşên civakî û aborî naguherin

Li gel aloziya aborî ya li welat, nemaze piştî binkeftina lihevkirina bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re ku deynên nû neda hikûmetê, bandorên aloziyên siyasî û aborî li Tunisê zêdetir bûn.

Biryar bû ku IMF 19ʹê Kanûnê dayîna deynan ji bo Tunisê erêkiriba, da ku demeke zêdetir bide desthilatê ji bo bernameya sererastkirinê bi dawî bike, lê IMF erêkirin paşde xist.

Ji aliyekî din ve têkildarî aliyê siyasî, encamên hilbijartinên 17′ê Kanûnê yên ku muxalefetê boykot kiribûn bibû cihê gengeşiyê. Di qonaxa yekemîn a hilbijartinan de rêjeya beşdarbûnê ji sedî tenê 11.2 bû. Ev rêje li gorî hilbijartinên  ji 2011ʹan û vir ve pir kêm e.

Tevlêbûna hilbijartinan gelekî lawaz bû

Muxalifan beşdarbûna lawaz a hilbijartinan wekî redkirina siyasetên serok Qeys Seîd wesif dikin. Hêzên siyasî yên muxalif, di serî de “Eniya Rizgariyê ya Nîştimanî” bang li serokê Tunisê kir ku îstîfa bike. Hêzên alîgirê Qeys Seîd, mîna Partiya Destûr a Azad, Tevgera Gel, Tevgera 25′ê Tîrmehê daxwaza hilbijartinên pêşwext ên serokatiyê kir.

Li aliyekî din, Yekitiya Giştî ya Kar a Tunisê ji ber qanûna diravî ya ku hikumetê derxistiye ya ku baceyên nû li ser desteka xwarin  û enerjiyê ferz dike, gefa lidarxistina xwepêşandanan xwar. Dibe ku ev yek plana hikumetê ya çareserkirina pirsgirêka diravê ya dewletê, tevlihev dike

Serkerterê Giştî yê Yekitiya Giştî ya Kar a Tunisê  ku saziya herî mezin li welat e û hejmara endamên wê mîlyon derbas dike, ragihand ku yekitî dê xwepêşandanên girseyî li dar bixin û kolanê dagir bikin.

Krîza rejîm û muxalefetê

Lêkolînerê siyasî yê Tunisê Ebdulmecîd Mealî ji ANHAʹyê axivî û got: ʹʹEncamên hilbijartinên qanûnsaz ên 17′ê Kanûnê, tu girîngiyeke mezin wernegirt, lê giranî li ser rêjeya beşdarbûnê bû ku ji sedî 11 derbas nekir. Ew rêje ji 2011′an ve ya herî kêm e.ʹʹ

Ebdulmecîd Mealî diyar kir ku di demekê de ku welat di aloziyên siyasî û aborî de tengijî ne û civak bêçare ye, ev hilbijartin hatin lidarxistin.

Mealî destnîşan kir ku piraniya xelkên Tunisê di navbera xîtaba fermî û xîtaba muxalefetê de ne got: “Welatiyê ku beşdarî hilbijartinan nebûye dizanî ku hilbijartin rewşên civakî û aborî naguherin.ʹʹ

Li gorî lêkolîner, helwesta gel nayê wateyê ku tunisî nêzî xîtaba muxalefetê bûne û got, pirsgirêk di sazûmaniyê de ye û hemû aliyên xebata siyasî digire nava xwe.

Pêşerojeke ne diyar

Ebdulmecîd Mealî da zanîn axaftina li ser siberoja Tunisê pir zehmet e û got: “Tiştê ku krîz kûrtir kiriye, ew e ku Fona Pereyan a Navneteweyî dosyaya Tunisê paşde xist. Hikumet jî li benda îmzeya dawî ya IMF bû ku deyn bidiyê ku rewşên aborî tev bigerîne û piçek oksojîn bide welatiyan.ʹʹ

Têkildarî çareseriya nêz, lêkolîn  Ebdulmecîd El Mealî diyar kir nêrîna Yekitiya Giştî ya Kar a Tunisê ji bo çareseriyê ya herî nêzîk e û got: ” Ev nêrîn girêdayî du mijaran: Yek; hikumeteke aborî ya biçûk a awarte were avakirin. Duyemîn; diyalogên aborî yên nîştimanî werin destpêkirin. Divê hemû aliyên civakî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çareseriyan bibin. Partiyên ku di 20 salên dawîn de beşdarî rêvebirinê bibûn, tev lê nebin. Ji ber nabe kesên ku alozî afirandine beşarî çareseriyê bibin, ne wisa be wê welat ber bi îflasê ve biçe.”