4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka DFG’ê Muftuoglû ji bo “Xelata Rojnamegerên Herî Berxwedêr” namzet hat nîşandan

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ji bo “Xelata Rojnamegerên Herî Berxwedêr” ku ji aliyê  Free Press Unlimitedê ve tê dayîn namzet hat nîşandan.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû vekirin de hatibû girtin ji bo “Xelata Rojnamegerên Herî Berxwedêr” ku ji aliyê  Free Press Unlimitedê ve tê dayîn namzet hat nîşandan. Bi Muftuoglû re ji Ekvadorê rojnameger Andersson Boscan û ji Nîjeryayê jî rojnameger Philip Obaji namzet hatin nişandan.

Ji aliyê jûriyê ve wê di 24’ê cotmehê de xwediyê xelatê bê aşkerakirin. Xelat wê di 31’ê cotmehê de li bajarê Laheyê yê Hollandayê bi bernameyeke zindî diyariyê xwediyê rojnamegera/ê bigire bê kirin.

Piştre ji raya giştî re bê ragihandin.

Di hefteya pêş de nasandina rojnamegerên namzet hatine nişandan wê li ser hesabên medya dîjîtal û malpera Free Press Unlimitedê cih bigirin.