7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Civaka Îranê ji serhildana  Jin Jiyan Azadî gelek ezmûnan bi dest xist’

Rojnameger Keyhan Mihemedînijad da zanîn ku serhildan û nerazîbûna civakê ya li dijî rejîma Îranê berdewam dike û got: “Xelk di meşa serhildana Jin Jiyan Azadî de gelek ezmûnên baş bi dest xistin.'

Di 16’ê îlona 2022’yan de besicên ku girêdayê Hikûmeta Îranê ne bi hinceta ku jina ciwan a kurd Jîna Emînî li gorî pîvanên îslamî xwe nenixamtiye ew kuştin. Piştî kuştina Jîna Emînî destpêkê li bajarê rojhilatê Kurdistanê li dijî pêkanînên hikûmetê çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên ku li bajarê Saqizê bi pêşengiya jinan û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dest pêkirin li hemû Îranê belav bûn û veguherîn serhildanê. Em di salvegera serhildana jinan de bi rojnameger Keyhan Mihemedînijad re li ser rewşa  civaka Îranê axivîn.

Di 16’ê îlona 2022’yan de li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi kuştina Jîna Emînî li dijî hikûmet û zextên ku li ser civakê pêk tîne çalakî hatibûn destpêkirin û bi demê re ev çalakî veguherî serhildaneke berfireh.  Civak dê vê rojê çawa pêşwazî bike?

16’ê îlona vê mehê, salvegera şehîdkirina keça kurd Jîna Emînî ye. Bi vê hilkeftê jî bav û diya Jînayê li ser hesabê xwe yê Instagramê bangewaziyek belav kirin û gotin: “Em wekî her malbateke din a xembar, di salvegera şehîdkirina keça xwe ya ezîz Jîna Emînî de, biçine ser gora wê û merasîma adetî û mezhebiya salvegerê li dar bixin. Em daxwazê ji xelkê dikin ku tevî beşdarîkirinê, xwe ji her cure kiryareke tundutîjiyane biparêzin.” Îcar xelkê bi giştî amadehiyan dike ku hem dikan û bazarên xwe dabixin û hem jî di vê rojê de serdana gorên şehîdên şoreşa Jînayê bikin. Lê hêzên rejîmê bajarên rojhilatê Kurdistanê bi giştî mîlîtarîze kirine û ji rabûna xelkê ditirsin. Di rastî bi taybetî  xelkê Kurdistanê bi giştî gelên Îranê ji wê rejîma serkutkar bêzar bûne. Xelk baş dizane ku wegerîna wan nîne û divê Komara Îslamî ya Îranê bê rûxandin.

Wek tê zanîn Hêzên Îranê li dijî xwepêşandaran tundî û îşkenceyek bêpîvan pêk anîn. Li gor nêrîna te Îran bi van kiryaran karibû rê li ber serhildan û guhertina di nav civakê de bigire?

Belkî rejîm karîbe bi girtina hemwelatiyan, îşkencekirin, kuştin û gefxwarinê heta demekê vê serhildanê mat bike. Yanî bi giştî mirov bêje nehatiye matkirin. Eva ku niha malbatên şehîdên şoreşa Jînayê hemû hilkeftan diçine ser tirba zarokên xwe û li dijî rejîmê dirûşman berz dikin, ev bi xwe curek ji serhildana li dijî rejîmê ye. An jî hemû roj bi dehan kombûnên nerazîbûnê yên wek kedkarên kompaniyan, xanenişînkiriyên îdareya dabînkirina civakî û mixabiratê û çendîn tex û qatên din ên civakê li dijî gendeliya rejîmê hebûne. Ev yek vê rastiyê derdixe ku serhildan û nerazîbûna civakê li dijî rejîmê her berdewam e. Xelk di meşa serhildana “Jin Jiyan Azadî” de gelek ezmûnên baş bi dest xistin û wan yekdengî û yekgirtina hemû netewên li Îranê li dijî rejîmê ceribandin û di rastî de ev benda vê yekê ne ku piçûktirîn mijarê bikin bi sebeb û li dijî rejîmê rabin.

Bi serhidana “Jin Jiyan Azadî” ya ku bi kuştina Jîna Emînî destpêkir re di nav pêkanîn û qanûnên Îranê de guhertinên erênî çêbûn an Îran ji bo xwe bide jiyandin tundî û zextên xwe zêdetir kir?

Di rastî de ti welatek bi kuştin û serkutkirin û herwisa qutkirina dengê hemwelatiyan nekariye pêşiya guhertinê bigire. Rejîma Îranê jî li herêmên wek Kurdistan û Belûcistanê zext li ser xelkê zêde kiriye û bi girtina welatiyan, îdamkirin, bêrêzîkirin bi malbatên wan û îşkencekirinê hewl daye pêşiya serhildana xelkê bigire. Lê em niha jî şahidê kombûnên nerazîbûna xelkê ne û bi taybetî hemû rojên înê, piştê xutbeya roja Înê, hemwelatiyên Belûç dirijine ser şeqaman û li dijî rejîmê dirûşman didin. Lê rejîmê Îranê li dijî van bertekan tu guhertin pêk neanîye. Hemû yasayên mirovî binpê dike û ti yasake exlaqî û mirovî naparêze. Rejîmê piştê serhildanê dest avêt bi daxitina wan dukan û firotingehan ku keç û jin bi bê xavik diçûne nava wan. Bi dehan cihê geştiyarî di Îranê de bi sedema birêvenebirina yasaya hicaba bizorê hatine daxistin. Bi dehan mamosteyên zanîngehan û xwendekar ji ser kar û zanîngehê hatine derxistin. Sedema vê yekê jî vedigere li ser beşdarbûna wan di serhildana Jin Jiyan Azadî de. Lewma rejîmên dîktator ti caran hewl nadin bi sedema xwenîşandanan guherinkariyan bi ser xwe de bînin.

Tu piştî çalakiyên ku hatin kirin, berdêlên ku hatin dayîn û tên dayîn pêşeroja Îranê çawa dinirxînî?

Di vê serhildanê de gelên di çarçoveya Îranê de bi taybetî gelê kurd nirxên pir mezin dane. Bi hezaran xort û keç hatine girtin û rastî destirêjiyan hatine û bi sedan kes canê xwe goriyê azadiyê kirine. Rejîma Îranê di hundur de rastî krîzên gelek mezin hatiye û welatên rojavayî jî bi berdewamî dorpêçan dixine ser rejîmê û buhayê dirafê Îranê pir bênirx bûye û roj bi rojê nirxa kelûpelên xwarinê bilind dibe, yanî bi giştî rejîm rastî krîzên gelek mezin hatiye û bawerî li cem karbidestên vê rejîmê jî kêm bûye. Mirov bi giştî nikare pêşbîniya rewşê bike, lê bi wan krîzên ku hene û rejîmê rastî wan hatiye, gelek zehmet e ku rejîm bikare zêde ber xwe bide û bi rastî xelk jî çavnihêrê çexmaqek dinê ye ku bê lêdan û dîsan li dijî rejîmê serhildanê bikin. Rejîmek ku rewatiya xwe li cem xelkê ji dest da û dahata xelkê terxanên kiryarên xwe yên terorîstî bike, bi baweriya min paşerojek rohn nabe û her ev xelkane ne ku dê vê rejîmê biherifînin.

Di dawiyê de dixwazim pirsa daxuyaniya malabata Jîna Emînî û banga hizbên siyasî ya ji bo tevlibûna merasîma salvegera kuştina wê bikim. Bi ya te dê civak çawa bersiv bide vê bangê û îhtîmala ku çalakî dîsa geş bibin heye an na?

Çava ku min destpêkê de jî behs kir, malbata Jînayê daxuyanî daye û bangê xelkê kiriye ku roja 19’ê îlonê bêne ser gora Jînayê. Ez behsa Kurdistanê bikim; li Kurdistanê xelk hemû yekdeng û yekgirtî ne û tevî yekgirtina xelkê jî, 6 hizbên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê yên bi navên “Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Komele (Rêkxistina Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê ), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Saziya Xebata Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Komela Zehmetkêşên Kurdistanê bi hev re daxuyaniyek belav kirin û daxwaz ji xelkê kirine ku, di roja 19’ê îlonê de hemû dikan û bazar û navendên kar û îdarî dabixin; danê sibêzûya wê rojê hemû xelkê Kurdistanê serdana tirba Jînaya ciwanemerg û tev şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li bajar û gundên Kurdistanê dikin û destegulên rêz û xoşewîstiyê danêne ser gorên wan û rêûresmên rêzgirtina ji wan li dar bixin”. Yanî eva nîşaneya vê yekê ye ku dê xelkê Kurdistanê hem girevê bigirin û hem jî xwenîşandanê bikin. Îcar eger xelk xwenîşandanê bike dê piraniya bajaran li xwe bigire û dê dîsan rejîm bi awayekî tunûtîjane digel wan reftarê bike û ev yeka jî dê bibe sedema kerb û kîna xelkê û dê serhildan dom hebe. Em jî hêvî dikin ku vê carê xelk bi yekgirtî û yekdengî vê serhildanê ber bi pêş ve bibin da ku rejîma serkutkar a Komara Îslamî ya Îranê bê herifîn û hikûmetek demokratîka fedralî bê avakirin ku mafê çarenivîsiya hemû netewên di Îranê de bê diyarîkirin.