10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Ji bo Gok û Oruç em li pêş edliyê bin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, beriya danişîna doza Rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç daxuyanî dan û banga tevlêbûna danişînê kirin

Danişîna rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç dê di 14’ê Îlonê de bên dîtin. Beriya danişînê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê daxuyanî da û xwest her kes beşdarî danişînê bibe. DFG’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku rojnameger ji nûve û bi dozek nû re rû bi rû dimînin û wiha got: “Rojnameger tên tawanbarkirin, darizandin û tên xwestin ku bên cezakirin. Hevalên me yên yekane armanca wan geşedanên heyî bi raya giştî re parve bike, ji ber karê ragihandinê ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Piştî çend meh şûnde hêj nû derdikevin pêşberî dadger.”

142 roj in ji azadiyê bêpar in

DFG’ê, da zanîn ku di 25’ê Nîsanê de ji ber îfadeyên kesekî ins û cînsê wî nediyar, di encama operasyonekê de Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Oruç hatin binçavkirin û girtin û wiha lê zêde kir: “Hevalên me dê di 14’ê Îlonê de derkevin pêşberî dadger. Piştî 142 roj şûnde hîn nû derdikevin pêşberî dadger. Angaştnameya der barê wan de hat amadekirin, bi temamî li ser xebatên rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Xebatên rojnamgeriyê kirine mijara sucdariyê. B van sucdariyan hevalên me tên darizandin. Der barê Abdurrahman Gok de bi angaşta “Endamtiya Rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan û bi angaşta “Propaganda rêxistinê” ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê dixwazin. Danişîna yekemîn a dozê dê di 14’ê Îlonê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Der barê rojnameger M. Şah Oruç de jî bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê” bi giştî 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dixwazin. Di angaştnameya Oruç de armanc dike ku ji yekê zêdetir sûc kirine û bi vê yekê dixwazin cezayê wî zêde bikin. Dixwazin cezayan li ser hev bide. Danişîna Oruç jî dê di 14’ê Îlonê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlisê bê dîtin.”

Rojnamegerên serkeftî ne

DFG’ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku ew baş dizanin ku herdu rojnameger jî di rojnamegeriyê de pir serkeftî ne û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Em dizanin rojnamegerên gelek serkeftî ne. Ev rastî ji aliyê raya giştî ve jî tê zanin. Bi van dozên der barê wan de vekirine dixwazin tolê ji “Rojnamegeriya baş” hilînin. Her çendî bi mehan e bi bawayekî fîzîkî ji pişeyên xwe û ji me hatine dûrxistin jî nikarin rojnamegeriya wan asteng bikin. Ew nivîsandin, vegotin û gotinên xwe berdewam dikin.”

Banga tevlêbûnê

DFG’ê herî dawî destnîşan kir ku herdu hevalên wan ne bi tenê ne û wiha banga tevlêbûna danişînê kir: “Hempîşeyên wan, hevalên ku wan ji nêzîk ve nas dikin, xwînerên wan, li wan xwedî derketin û dê xwedî derkevin. Ji ber vê sedemê di 14’ê Îlonê roja pêncşemê saet di 10.30’an de em ê li pêş Edliyeya Amedê bin. Em ê careke din nîşan bidin ku rojnamegerî ne sûc e. Em ê bêjin Rojnamegerî Ne Sûc e.

Em hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, saziyên demokratîk û gelê xwe vedixwînin pêş edliyê da ku piştgiriyê bidin rojnamegeran. Em ji bîr nekin ku ya tê bêdengkirin dengê we ye. Em li dengê xwe û qerîna xwe xwedî derkevin!”