spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend Beytocan jiyana xwe ji dest da

Hunermendê kurd Beytocan ku demeke dirêj li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêr dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Beytûllah Gunerî (Beytocan) yê 68 salî ku demeke dirêj bû ji ber nexweşiya pençeşêrê li Ewropa tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Malbat û hevalên Beytocan ragihandin ku Beytocan vê sibehê li Stockholmê jiyana xwe ji dest daye.

Beytocan demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin. Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya ‘Yan mirin yan Diyarbekir’ li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide, di hevpeyvînekê de diyar dikir ku di nava bêderfetiyê de wî karên xwe yên hunerê kiriye.

Beytocan sala 1955’an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6.5 salan li girtîgehê hate hiştin û sala 1987’an hate berdan.

Beytocan sala 1990’î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991’ê de neçar ma koçî Swêdê bike.