Monday, September 20, 2021

Heyeta Şewra Jinên Kurd dê biçe başûrê Kurdistanê

Ji Bo Yekîtiya Neteweyî Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî êrişên ser Kurdistanê bi beşdariya nûnerên gelek saziyên jinên kurd li Hollandayê civîyan. Di şêwrê de jin ji çar parçeyên Kurdistanê ji hemû baweriyan amade bûn. Êzidî, elewî, yersanî, kurdên feylî amade bûn. Jinan di civînê de li gel sirûda “Ey Reqîp” a neteweyî ya kurd deqîqeyek rêz girt. Jinan li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê ji bo têkoşîna hevpar bang kirin. Jin di niqaşên şewrê de êrîşên li dijî Kurdistanê, li dijî nirxên bi destê jinan hatiye avakirin axivîn. Jinan diyar kirin ku divê li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin û siyaseta xwe diyar bikin û wiha gotin: “Divê em li dijî siyaseta partiyên paşverû xwedî helwestek bin. Divê em helwesta xwe di têkoşîna yekîtiya neteweyî de diyar bikin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên hundir û derve em jin helwesta xwe bikin yek.” Li ser vî esasî dê heyetek bê avakirin û biçe li başûrê Kurdistanê hevdîtinan bike. Dê li ser navê Şewra jin li dijî dagirkeriyê hevdîtinan bike. Di civînê de li ser dîroka jinên êzidî axaftin hatin kirin.

Polîtikayên qirkirinê têne meşandin

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad destpêkê axivî û got: “Em di pêvajoyeke hesas û krîtîk de ne. Dewleta Tirk rojane êrişî gelê me dike. Li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş hene. Polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Dewleta Tirk biryareke bi vî rengî wergirtiye.Gelo li dijî van êrişan rola me jinan çi ye? Bi rêxistinî, bi têkoşînê em dikarin li ber van êrişên dagirkeriyê rabin. Divê em jin îro li vê şêwrê nîqaş bikin, analîzan bikin û bi biryareke cidî helwesta xwe ya li dijî dagirkeran bi şênberî nîşan bidin.”

Siyasetmedar Tûba Hezer jî anî ziman ku Tirkiye bi salan e li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û jin timî li ber vê yekê radibin.

Berdevka Kongreya Star a li Ewropayê Dilşah Osman bal kişand ser têkoşîna jinan û got: “Jinên Kurd li Rojava bi têkoşîna dijî DAÎŞ’ê mohra xwe li cîhanê xist. Bû sembolek, bû çavkaniya sûdwergirtinê. Îro jî jin bi têkoşîneke hevpar dikarin li ber dagirkeran rabin. Ya pêwîst ew e ku haya me ji hêza me hebe.”

 Jin pêşengiya têkoşînê dikin

Haskar Kirmizigul jî li ser navê Jineolojiyê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşeriyê ya jinên kurd û anî ziman ku jinên kurd pêşengiyê ji şoreşa li Kurdistanê re dikin. Kirmizigul destnîşan kir ku jin xwedî wê hêzê ne ku îro jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî êrişan bikin.

Di berdewamiya şêwrê de jinan li ser kêşe û çareseriya kêşeya û sazkirina yekîtiya neteweyî axivîn û nîqaş kirin.

Di civînê de biryarên girîng hatin girtin. Jinan biryar girtin ku jin di nava yekîtiya neteweya kurd de li çar perçeyên kurdistanê xwedî helwestek hevpar in. Dîsa diyar kirin ku li ku dibe bila bibe pirsgirêka jina kurd yek e. Jinan destnîşan kir ku helwesta hemû jinan li dijî dagirkeriyê yek e. Biryar hat girtin ku di vê pêvajoyê de pewiste jin înîsiyatifê bigirin. Ne tenê li dijî dagirkeriyê, li dijî hemû pirsgirêkên ku jin dijîn divê jin bibin înîsiyatif. Jinan da zanîn ku bi taybetî li rojhilat û bakurê Kurdistanê destavêtina jinan û kuştinan jinan zêde ye divê jin li dijî vê yekê bibin xwedî înîsiyatîf.