26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi zanebûn kuştin

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê, serdana malbata Mîhraç Mîroglu yê ku polîsan bi maşîneya zirxî ew kuşt kir. Parlamenterên HDP’ê rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, Hunermendên Botanê yên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û gelek kes beşdarî serdanê bûn. Girseya HDP’ê ji hêla malbatê ve hat pêşwazîkirin. Piştî serdana malbatê, girseya HDP’ê ber bi cihê ku Mîhraç lê hate kuştin ve meşiya û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Girsê di meşê de pankartê “Destên xwe yên qirêj, wesayîtên xwe yên kujer ji taxên me bikişînin, kêr gihişt hestî” û wêneyên zarokên ku heta niha hatine qetilkirin hildan. Girse li cihê bûyerê kom bû û qerenfîl danîn cihê ku Mîhraç lê hatibû kuştin.

Pişt re li ser navê girseyê Endama Meclîsa Şaredariya Hezexê Elfesya Nas axivî. Nas, diyar kir ku bûyera ku di taxê de çêbû qetlîam e û wiha got: “Ger ew wisa bifikirin ku jiyanên me yên bêqîmet hene ku em ji bo wesayîtên zirxî feda bikin, ew xelet in. Em baş dizanin ku ev hemû bûyer ji berxwedana me û israra me ya di têkoşîna demokratîk de derdikevin û ev rêbaza cezakirinê ye. Cihê ku bûyer qewimî şeniyên taxê gelek caran di raya giştî de ajokarên wesayîtên zirxî di derbarê leza wan û ajotina xemsarî de hişyar kiribûn, her çendî giliyên pêwîst li cîhên pêwîst kiribin jî, bi tu awayî tedbîr nehatine girtin û jiyana gelê me paşguh kirine. Êdî  bes e, aqilê xwe yê qirêj, destê xwe yên qirêj û wesayîtên kujer ji taxên me derxînin.”

Girse piştî daxuyaniyê çû serdana şîna ji bo Mîhraç li Mizgefta Xanî hatiye danîn.