spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên rejîma Îranê kolberek kuşt û 8 kolber birîndar kirin

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorên Bane û Nowsudê yên rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin. Di êrişê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 8 kolber jî birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorên Bane û Nowsudê yên rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin. Di êrişê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 8 kolber jî birîndar bûn.

Hêzê rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Nowsud ê girêdayî Eyaleta Kirmanşah a rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin. Di encama êrişê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 8 kolber birîndar bûn. Ji kolberên birîndar rewşa Ehsan Rasoulî giran e û rakirin Nexweşxaneya Qudsê ya li Paveyê û hate emeliyatkirin. Birîndarên din jî rakirin nexweşxaneyên cuda yên eyaleta Kurdistanê.

Rejîma Îranê pêr jî li ser sînorê Bane yê Rojhilat êrişî kolberan kiribû. Di êrişê de kolberê Rasul Gagashî yê li bajarê Serdeştê dijiya jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gagashî rakirin Nexweşxaneya Salahaddîn Ayubî û piştre jî li gundê wî hate definkirin.