5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Em ê pêvajoya rexne-xwerexnekirinê zêde bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku mijara wan a sereke dayîna biryara kongreya awarte ya HDP’ê ye û got: “Weke ku me piştî hilbijartinê soz dabû gelê xwe, em ê pêvajoya nirxandin, muhesebe, rexne-xwerexnekirinê bi qasî ji dest tê zêde bikin.”

Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di serokatiya hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar de civiya. Civîn, li navenda giştî ya HDP’ê ya Enqereyê bi rojeva kongreya awarte pêk hat. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, têkildarî rojevên heyî axivî û got: “Dê PM biryara dîrokî bide. Weke ku me piştî hilbijartinê soz dabû gelê xwe, em ê pêvajoya nirxandin, muhesebe, rexne-xwerexnekirinê bi qasî ji dest tê zêde bikin. Di encama vê de jî dê konferans û kongre bên lidarxistin. Ji ber ku kongreyên HDP’ê û hem jî yên Partiya Çepên Kesk di rojeva me de ne. Li rexekî nirxandina xebatên hilbijartinê dikin û li rexa din jî hewl didin bi hemû pirsgirêkan re eleqedar bibin û di hemû qadên têkoşînê de cih bigirin.”

Sancar, da zanîn ku tiştekî rast nîne ku ew rewşa krîza aborî ya heyî tenê bi peyva krîzê pênase bikin û wiha lê zêde kir: “Em di nava buhraneke mezin a aboriyê de ne. Têkçûneke mezin heye. Û ji sedî 95’ê civakê di bin vê têkçûnê de ne. Li rexekî komeke biçûk a sermayedaran roj bi roj mal û milkê xwe mezintir dikin, li rexa din jî xelk nikare pariyekî nan peyda bike.”

Dixwazin bi doza Kobanê tolê hilînin

Sancar, destnîşan kir ku di Doza Kobanê de guh nadin tu pîvan, rêgez û qaîdeyan û wiha berdewam kir:  “Dema em berê xwe didin tawanbariyên li hevalên me tên kirin, dibînin ku pêvajoyeke hiqûqî nayê meşandin. Dixwazin tola zîhniyet û têkçûna DAIŞ’ê bi vê dozê hilînin. Dixwazin hesaba berxwedana li dijî DAIŞ’ê bipirsin. Îktîdar bi hemû derfetên xwe li ser vê doza kompasê disekine. Herî dawî Serokatiya Karên Diyanetê xistin dewrê. Di daxwaznameya tevlibûnê de gotinên weke berdewamiya DAIŞ’ê hatin pêşkeşkirin. Heman neheqî li Dayikên Şemiyê jî tê kirin. Tevî biryara AYM’ê jî nahêlin mafên xwe bi kar bînin û rastî êrîşê tên.”

Sancar, bal kişand ser armanca doza kobanê  û got: “Dixwazin hesta têkçûnê di dilê gel de belav bikin. Her wiha dixwazin bêçaretiyê belav bikin. Herî dawî jî dixwazin muxalefeta civakî têxin xefikê. Em di ferqa van operasyon û xefikan de ne. Lewma ji Akbelenê heta Cûdî, ji grevên kedkarn heta têkoşîna Dayikên Şemiyê em ê li her derê bin. Em dixwazin muxalefeteke xurtir bikin û bibin pêşengên muxalefetê. Di vê mijarê de heqê tu kesî nîne ku reşbîn be. Ji ber ku hêvî, ji têkoşînê diafire. Em ji hedef û rêgezên xwe bibawerin.”

HDP sembola hêviyê ye

Sancar, li ser rol û rista HDP’ê jî rawestiya û got: “Ji ber piştgirî û hişyariyan, em minetdarên gelê xwe ne. Di mijara navnîşana nû de pirsgirêk nîne. Navnîşana hêvî guherînê ev derê ye. HDP tecrûbeya têkoşînê ye. Weke HDP’ê em ê hebûna xwe biparêzin lê tecrûbeyên xwe bi Partiya Çepên Kesk re parve bikin. Ji bo Partiya Çepên Kesk di têkoşîna civakî û her qadê de veguherînin hêza herî xurt, çi ji destê me were em ê bikin.”

Rojeva sereke kongreya awarte ye

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, da zanîn ku rojeva wan a sereke dayîna biryara kongreya awarte ya HDP’ê ye û wiha bi dawî kir: “Em ê vê yekê bi we re nîqaş bikin. Em ê kongreya xwe ya awarte bicivînin. Em ê li ser rêbazên ku HDP hebûna sazûmaniya xwe bidomîne lê tecrûbeyên xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bike nîqaş bikin. Di vê mijarê de bi rastî jî PM civîneke dîrokî li dar dixe. Bi peywir û berpirsyartiyeke girîng re rû bi rû ye. Em ê van mijaran tevekan nîqaş bikin. Armanca me ew e ku vebijêrkên bêçaretî û teslimiyetê yên li civakê tên ferzkirin vala derxiînin. Em ê di çarçoveya van hedefan de rêbaz û planên xwe binirxînin. Em ê biryarên xwe bidin û bi awayekî herî xurt meşa xwe bidomînin.”