spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartin û aktîfbûna DEM’ê

Çepgir û demokratên Tirkiyeyê siyaseta xwe li ser bûyerên rojane ava dikin û rojevê jî di çarçoveya diyarkirina destilatê de dinirxînin û dişopînin. Bi hamleyekê kurdan da nîşandan ku hêza wan a guherîna rojevê heye.

Hilbijartin prensîba sereke ya demokrasî ye ku li welatên baweriya wan demokrasî heye di çarçoveya peywira hemwelatîbûnê de tê bikaranîn. Bi hilbijatinan civak rêveberên xwe ji bo demeke kurt hildibijêrin û kesên tên hilbijartin li gorî qanûna bingehîn karên civakê bi rê ve dibin. Mixabin hilbijartin di van demên dawî de bûne amûreke xurtkirina desthilatan, dîktator û faşîzmê. Ango rejîmên faşîst û dîktator jî di çarçoveya xurtkirina xwe de serî li hilbijartinan didin. Li ser meselê li Azerbaycan, Îran, Rûsya jî hilbijartin pêk tên û her wiha li Fînlandiya, Kanada û Swîsre jî hilbijartin pêk tên. Li van welatan carinan demokrasî carinan jî dîktatorî bi rêya hilbijartinan xurt dibe. Ev 24 sal in ku Pûtîn bi hilbijartinan li ser kar e û pir caran jî welatê xwe bi şeran re rû bi rû hiştiye. Erdogan 22 sal in li ser kar e û ji bo desthilatdariya xwe xurt bike her tiştî dike. Aliyev ev 21 sal e li ser kar e û civaka xwe kontrol dike. Werhasil hilbijartin çiqas ji bo demokrasiyê derbasdar bin, di heman demê de ji bo faşîzm û diktatoriyê jî rêyeke domdariyê ne. Ango hilbijartin tu caran nabin rêya tekane ya têkoşîn û demokrasiyê.

Lêbelê carinan civak bi hilbijartinan dikare pêşiya faşîzm û diktatoriyê bigire. Ji ber vê yekê her hilbijartin şanseke mezin e ku bendavan li pêşiya destilatdariyê dane. Niha pêvajoyeke hilbijartinên xwecihî li pêşiya bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hene. Li aliyekî faşîzm û dîktatorî li aliyê din jî xeta sêyem a demokrasiyê heye. Bêguman di pêvajoya bernamzetan de xeta sêyem a di bin nûnertiya siyaseta kurd de bi awayekî aşkere rojev diyar kir. Bi vê re DEM Partî bi awayekî diyarker kete rojeva Bakur û Tirkiyeyê. Gelek nîqaş, gengeşî û nirxandin li ser gavavêtina DEM Partiyê hatin kirin. Heta niha rojev ji hêla desthilatê ve dihat diyarkirin. Lê belê di pêvajoya van hilbijartinan de siyaseta xeta sêyem diyarker bû. Ango van nîqaş û gengeşiyên jî dan destnîşankirin ku siyaseta xeta sêyem dikare rojevê diyar bike. Heke diyarkirina rojevê bimîne bi hêviya desthilatê ve ew li gorî dil û berjewendiyên xwe rojevê qirêj û gemarî dikin. Lewra diyarkirina rojevê divê nemîne bi hêviya wan ve da ku rastiyên wekî bêhiqûqî, bêedaletî, xizanî, aboriya civakî û talana xwezayê bibin rojevên sereke.

Çepgir û demokratên Tirkiyeyê siyaseta xwe li ser bûyerên rojane ava dikin û rojevê jî di çarçoveya diyarkirina destilatê de dinirxînin û dişopînin. Lewra piştî axaftina birêz Başak Demîrtaş hemûyan êrîşê siyaseta xeta sêyem ango kurdan kirin. Bi hamleyekê kurdan da nîşandan ku hêza wan a guherîna rojevê heye. Hilbijartinên Stenbolê jî nîşan dan ku ji bo demokrat û çepgirên tirk tayînkirina qeyûman ne bi qasî nîşandana namzetiya Stenbolê girîng e. Nîqaş û nirxandinên li ser DEM Partî û pêvajoya hilbijartina Stenbolê ji hêla CHP’yan, demokrat û çepgiran ve fiyasko bû. Piranî nîqaş di çarçoveya sê xalan de hatin meşandin: “DEM û AKP’ê li hev kiriye! Di navbera Demîrtaş û DEM Partiyê de alozî heye! Demîrtaş ji bo ji girtîgehê derkeve vê yekê dike!” Hemû nîqaşên wan li ser varyantê van her sê xalan bûn ku bi daxûyaniya DEM’ê û Demîrtaş derket holê ev nîqaş virto vale ne. Mijara din a ku ev kes pir jê hez dikin, di nav siyaseta kurd de avakirina hêzên cuda ye. Carinan Selahattîn Demîrtaş derdixînin ezmanan. Carinan jî dixin xwedî rola birêz Ocalan. Heta niha kurdan ji bo birêz Ocalan digotin Mandelayê kurd e, niha ev kes vî navê birêz Demîrtaş ve dikin. Gerek em bibêjin van kesan, ji kerema xwe rahijin hemû etîket, nirxandin û şîretên xwe yên serdestî ji wan difûre û me kurdan rihet berdin. Û divê ew bizanibin ku ji nav vê tevgerê berjewendîparêzên şexsî dernakevin û hûn ê bi çavên xwe vê tiṣtê nebînin.

Werhasil siyaseta kurd bi gaveke xurt û erenî bi dest pêvajoya 31’ê adara 2024’an kir. Taybetî piştî hilbijartinên giştî tevgera siyasî ya kurdan di pêvajoya xwerexnedayinê re derbas bû ango li gel vegeriya û berê xwe da gel. Wekî encama van xwerexnedayinan jî li 90 navendan pêşhilbijartin pêk anîn. Bi vê yekê ew sarbûn û şikestina ketî nav tevgera siyasî û gel kêmtir bû. Îro gel bêhtir xwedî li tevgera siyasî derdikeve. Wek xwerexnedayinê tevgera kurd a siyasî berê xwe da civakê lewra pêşhilbijartin pêk anî. Ev pêşhilbijartin wê pêşiya rexne û xeydê bigirin, ji ber ku namzet ji hêla civakê bi xwe ve hatin destnîşankirin. Ev jî gava duyemîn a siyaseta xeta sêyem bû.

Aktîfbûna DEM’ê bi meşa mezin a azadiyê berdewam kir û hema bêje li tevahiya Bakur bandor kir. Aktîfbûna DEM’ê ya di vê pêvajoyê de germahiyek û kelecaneke mezin di nav civakê de ava kiriye. Bêguman ev germahî û kelecan wê di hilbijartinan de bi awayekî erenî bandorê li civakê jî bike. Lewra ev hilbijartin dikarin tecrîda dijmirovane ya li dijî birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî biṣkîne û rê li ber çareseriyên nû veke. Serkeftinên mezin bi berxwedanê pêkan in. Ji bo ku di hilbijartinan de serkeftineke mezin pêk bê, divê aktîfbûn û çalakbûna namzetên DEM’ê zêdetir bibe. Aktîfbûna DEM’ê ya van hilbijartinên xwecihî divê bi xwe re aktîfbûna gel jî bîne. Jixwe gel jî bersiva vê aktîfbûn û çalakbûna DEM’ê bi awayekî ber bi çav da. Him di pêşhilbijartinan de zêdetirî sed hezar kesî çûn namzetên xwe hilbjartin him jî di pêşwazîkirina çalakên meşa mezin a azadiyê de peyama redkirina tecrîdê dan. Di esasê xwe de çalakbûna pêşengan bi xwe re aktîfbûna civakê anî. Lewra divê namzet heta hilbijartinan aktîf û çalak bin, da ku reng û dengê xeta sêyem bilindtir bibe û peyameke xurt bigihije hêzên hebûna kurdan red dikin.

Wekî encam; hilbijartin ji bo bicihanîna demokrasiyê amûreke sereke û kêrhatî ye. Ji ber ku hilbijartin çalakiyeke girseyî û bihêz e. Bi rêya hilbijartinê civak dikare biguherîne û nû bike. Hilbijartinên di çarçoveya demokrasiyê de pêk tên an jî di civakeke demokrasî heyî de pêk tên, dibin amûreke sereke ya xurtkirina demokrasiyê. Ji bo hilbijartineke serkeftî û kêrhatî pêwistî civakeke xwedî hesta edaletê, wijdan û demokratîk heye. Siyasetmedar û desthilat di ferqa vê yekê de ne, lewra gelek caran beriya hilbijartinan qadê li van têgihan teng dikin ku karibin hilbijartinan li gorî dilê xwe dîzayn bikin. Lêbelê divê siyaseta kurd destûrê nede van hêzan ku karibin astengiyan danin pêşiya vîna gelê kurd. Ji bo vê jî divê namzetên DEM’ê di serî de bi zelalî kiryarên qeyûman deşîfre bikin. Pişaftin û talana polîtîkayên qeyûman ên li ser çand û zimanê kurdî, destkeftiyên karên jinan, destkeftiyên aboriya kolektîf bên teşhîrkirin. Her wiha divê bi zelalî li civakê bidin fêmkirin ku ew ê li hemberî tayinkirina qeyûman çalak û aktîf bên û wê destûrê nedin qeyûmên nû. Heke ev aktîfbûn û çalakbûna DEM partiyê û namzetên wê berdewam bike, wê bi xwe re serkeftinên mezin bîne.