2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman, zimannasî û rêziman

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Rastiya ku qet naguhere ew e ku zimannasî û rêziman tu caran ji hevdû naqetin. Heke du qadên cuda bin jî her gav di nav têkildarî û hevhîkariyekê de ne.

Zanîna ku rasterast bi ziman re têkildar e û bi awayekî giştî li ser kan, pêkhatin û dîroka ziman û zimanên li ser rûyê erdê hûr dibe û têkiliyên navbera deng, form, wate û hevoksaziyê vedikole, wekî zimannasiyê tê binavkirin.

Zanîna ku kar û xebatên ziman û rêziknameya zimên vedikole; hêmanên wekî tîp, deng, kîte û pêkhateyên peyvan, guhertina wateyî, rêzik, rêbaz û qaydeyên hevokê û peywira hêmanên wê destnîşan dike, wekî rêziman tê pênasekirin.

Rêbazên ku behre û cerbeziyên bingehîn ên zimanî yên wekî xwendin, guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsandinê jî di bergeha rêzimanê de cih digrin.

Her çendî ku hem ji bo zimannasiyê hem jî ji bo rêziman hêmana bingehîn ziman be jî, prosesên pêşketinê, bergeh û berferehiya wan û her wiha kar û barên wan di hin aliyan de ji hev vediqetîn. Ji bo wê, ji aliyên hin zimanzanan ve wekî du qadên ji hev cûda têne hesibandin. Hin fîlolog/zimanzan jî û lenguîstîkê/zimannasiyê û gramerê/rêzimanê wekî du tê têgihên berevajî hev; zimannas û rêzimannas jî wek du kesên bi temamî dûrî hev dibînin û qada rêziman jî wekî qadeke ne zanistî nîşan didin. Belê divê bê zanîn ku nirxên têg înî yên têgihên zimannasî û rêzimaniyê û pêvajoyên pêşketina van herdu dîsîp   înan ne dûrî hev in. Bervajiyê wê, têkildar û temakerên hev in. Lewre qada rêziman şaxekî qada zimannasiyê ye.

Çawa ku di navbera zimannas û zimannasiyê û her wiha rêziman û rêzimanzan de têkiliyeke bivênevê heye, di navbera rêziman û zimannasiyê û zimannas û rêzimannas de jî têkiliyeke çarenîn heye. Hin caran rêzimanzanên ku qada rêziman bi hemû nîşaneyên nivîskî û devkî bi zimannasiyê ve girê didin jî wekî zimannas tên binavkirin.

Her çendî ku ne li ser cewhera zanistî be jî, hin caran lêkolînerên ku li gor kevneşopiya zimnnasiyê û rêbazên rêziman tevdigerin herdu qadan dûrî hev dibînin û bi tevahî ji hev cuda dikin. Ev yek jî di termînolojiya/peyvnasiya zimên de dibe sedema tevliheviyeke têgînî. Ev tevlihevî hem di wateya hîndekarî û perwerdehiya ziman û wêjeyê de û hem jî di waneyên/dersên zimannasiyê û rêziman de dibe sedema aloziyan. Belê ji bo ku ev alozî ji holê rabin jî pêdivî bi bikaranîna rast a têgihên zimannasiyê û rêziman û bicihkirina termên/tabîrên terminolojiyeke zimanî a rastîn û zanistî heye.

Li gor rêbazên zanistî û qaydeyên semiyolojiyê/şanasiyê, têgîna zimannasiyê ya ku me li jor behsa wê kiribû, zanyariyên disîplîna li ser ziman jî di xwe de dihewîne. Îcar gelo sedema kesên ku zanyariya rêziman di vê çarçoveyê de nabînin û girêdayî wê, xebatên derbarê rêziman de zanistî nahesibînin çi ye? Di berawirdkirina van dîsîplînan û çareserkirina tevliheviya termînolojîk a di navbera zimannasî û rêziman de, bi giranî bi haybûn û zanebûna van herdu dîsîplînan ve girêdayî ye.

Li gor agahiyên hin zimnnasan, zimannasî û rêziman wekî du têgihîn têkildar bi hev re derketine holê û îro ji aliyê tevgerên cihêreng ên zimannasiyê ve herdu têgih di bin heman sîwan û dîsîplînê de tên dîtin. Ji ber ku veqetandin û binavkirina van dîsîplînan bi awayekî xwezayî pêk tê, têkiliya navbera wan a têgihî jî aşkera û jêneger e. Di vê navberê de, xebatên berhevkirin û binavkirina peyvan, hewldanên kurtkirina ziman û nîqaşên ku di vê çarçoveyê de bi pêş dikevin, demeke dûvdirêj dixwaze. Bi taybetî nîqaşên li ser têgih, rêgez û rêbazên rêzimana zimanekî hevgirtî/standart, rêbazên rûniştî yên rastnivîsê ku bi salan didome, ji nû ve dibe sedema tevlîheviyeke bêdawî û dêrisa/îsrafa demê.

Mixabin gelek rêbaz û qaydeyên rêzimana kurdî/kurmancî ligel ku bi deh salan hatiye bikaranîn û hê didome jî, îro bûye mijara nîqaşê û hin vebijarkên din ên rêzimanê derketine holê. Heyf e ku hê jî bi tevayî hevgirtin û yekgirtinek rêziman û rastnivîseke westar û hevgirtî pêk nehatiye. Nêzîkayiyên bi vî rengî hem mejiyê gel tevlîhev dike û hem jî hîndekarî û perwerdehiya ziman û rêziman diewiqîne.

Heke her kes rabe li ser navê zimannasiyê perspektîfên xwe yên cuda pêşkêş bike, wê demê tu wateya zimannasyê û rêbazên rêziman û rastnivîsê jî namîne. Ger nîqaşeke wisa hebe jî divê ew kesên ku angaştên wan hevdû nagirin bêne cem hev û li ser rêbazekê li hevdû bikin da ku rêzimaneke hevgirtî pêk were. Belê divê ev rêbaz bibingeh û zanistî bin. Ango bingeheke wê ya dîrokî û kevneşopî ya ku ji hêla zimanzan û pisporên rêziman ve hatibin ceribandin, hebe. Ger ku qada rêziman wekî qadeke zanistê bê dîtin wê çaxê divê nîqaşên derbarê rêziman de jî bi awayekî zanistî bên kirin. Gava ku li ser heman mijarê nîqaşên zanistî bêne kirin, dê lihevkirinek jî pêk were.

Zimanzanek çi qas dema xwe ji bo ziman terxan kiribe û ked dabe jî, divê hem lêkolînên cûr bi cûr ên derbarê rêziman û zimannasiyê de li ber çavan bigire û hem jî alternatîfên nû yên zanistî biceribîne. Belê kesên ku bi serê xwe tev digerin; li gor zanîna xwe hin angaştan diyar dikin û ew angaştên wan di qada rêziman de cihê xwe nabînin, wekî rêzimanzan neyên dîtin. Ji bo wê, divê qada zimannasiyê û rêziman ew qas bi hêsanî neyê bêîtibarkirin. Ji aliyekî din ve jî divê ji zanîn û ceribandinên kesên ku hemû merhaleyên zimanê kurdî/kurmancî ji çavkaniyên wê yên sereke fêr bûbe li ber çavan bin girtin. Lewre qada zimannasiyê û rêziman bi serê xwe pisporiyekê divê. Divê hem zimannas û hem ji rêzimanzan li gor rêgez û pîvanên zimannasiyê tev bigerin. Lewre her rêzimanzan ne zimannas e.

Çi zimanekî zanibe û çi ji gelek zimanan zanibe, divê rêzimanzan bi hemû nîşan û pîvanên xwe yên zanistî yên nivîskî û devkî rêziman û zimannasiyê têkildarî hev û rêzimanê jî wekî sîstemeke ku di pêşveçûnê de diguhere bibîne. Divê rêzimanzan di vê çarçoveyê de nêzîkî mijara rêziman bibe; derbarê rêbazên rêziman de lêkolînê bike û hemû agahiyan dahûrîne û binirxîne. Lewre qada ku rêzimannas tê de cih digire jî qada zimannasiyê ye.

Li gor vê yekê, kesên ku bi rêbazên zanistî li ser rêziman dixebitin jî di esasê xwe de ne zimannas in, rêzimanzan in. Her zimannas dibe ku rêzimanzan be belê her rêzimanzan ne zimannas e.

Bi kurtayî wekî ku li jor jî hate diyarkirin; li gor gelek zimannasan zimannasî û rêziman ne du dîsîplînên dijber in. Zimannasî dîsîplînek sîwan e ku gelek dîsîplînên bi ziman ve girêdayî di xwe de dihewîne û rêziman jî yek ji wan dîsîplînan e ku di bin wê sîwanê de cih digire. Wekî hemû zanyariyên din; heke em rêziman jî di qada zimannasiyê de wekî bine-şaxeke zimannasiyê bibînin, pêkan e ku di pêvajoya dîrokî de biguhere, geş bibe û li awayekî din dagere. Belê rastiya ku qet naguhere ew e ku zimannasî û rêziman tu car ji hevdû naqetin. Heke du qadên cuda bin jî her gav di nav têkildarî û hevhîkariyekê de ne. Bo nimûne; çawa ku zanîna bijîjkî qadeke serîlêdanê ya zanyariya anatomiyê ye, rêziman jî qadeke sepanê/kardariyê ya zimannasiyê ye. Herdu qad jî muhtacî hev in û hevdu temam dikin.