2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Muftuoglû ji girtîgehê derket

Rojnameger û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku îro dadgehê biryara berdanê da, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê derket.

Sêyemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû pêk hat. Muftuoglû di 29’ê nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna doza Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Dadgehê di danişîna îro de der barê Muftuoglû de biryara berdanê da.
Piştî biryara berdanê Rojnameger û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê serbest hat berdan. Komek hevalên Dîcle Muftuoglu yên rojnameger û parazvanên mafên mirovan Dîcle Muftuoglu li pêş deriyê girtîgehê pêşwazî kir.