10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartin û entrîkayên sedsalê

Di neynika sedsalî ya Komara Tirkiyeyê de entrîka, komplo, şantaj, dek û dolabên qeşmerên desthilardaran têne dîtin.

Gelek sosyolog, feylesof dibêjin, faşîzm amurekî sîstema kapitalist e. Rast e, sîstema kapitalist,  ji bo krîz û kaosên xwe çareser bike, sîstema qeşmeran pêşdixe.  Bibexişînin, dema ez gotina “qeşmer” bi kar tînim, gotinên rayedarên sistemê ku Hitler weke sergerdeyê li kolanên Vienê, Erdogan jî weke sergerdeyê li kolanên Kasimpaşa bi nav dikin resîm dikim. Generelê faşîst Evren jî, ku ji bo ciwanên di girtîgehan got, “em wan nekujin xwedî bikin” resim dikim. Faşîzma dewşirme, encama nexweşiya etiyolojîk e. Yanî encama guhertina biyolojîke, bi gotineke din patolojîk e, guhertin e. Yanî faşîzma dewşrime, ne ji encama kaos û krîzan derketiye. Keriyekê kozê û rêxistinkirî ya mirovên ku “ne dew in, ne şîr in, ne mast in” e!.. Ev nifş ji “mankurt”an (kole-çaker) cûda ne; bi aqil in, şareza ne, şervan in, di dîroka dewşirmetiyê de bûne paşa, bûne wezîr û serokwezîr û hwd.

Jean Paul Sartre, ji bo dagirkerên klasîk dibêje, du aliyên dagirkeran hene, yek, ji bo talankirina dewlemendiya ser erdê û bin erdê; ya din jî di talanê de, dive dagirker zanibin bidin jî. J. P. Starre, van gotinan ji bo Frensa û serdema dagirkirina Cezayîr bikartîne.

Ez dixwazim behsa engizîsyona şiyar û sêdarên bi ziman bikim. Ji ber ku sêdar li kolanan, engizîsyon jî li zindanên Komara(!) Tirkiyê, bi destê faşîzma dewşîrme çêbûn. Ev rastî di dîroka Kurdan bi xetên qalind hatiye nivîsandin. Dagirkerên Îttîhat û Terakî û mîratzadeyên wê, pêşî aqilê şiyar û dînamîkên pêşeng tune dikin û tu carî nadin, tenê dibin. Bi bîrinê jî qîma xwe nayînin, mêjî û bedena civakan dagir dikin, çand-kûltûr, toreyên civakan talan dikin, ziman jî qedexe dikin. Hunerê sêyemîn yên van zewatan jî, kişûmat tunekirin e û tixubên kapîtalîzma bê vijdan jî derbas dikin.

Lewma gotina qeşmer têra nasandina wan nake û van qeşmeran,  ola îslamê  jî kirine cendirme û polîs. Faşîzma li Tirkiyeyê, bi taybetî di serdema Erdogan de, her roj reng diguhere. Erdogan jî, ji tevahiya misilmanan cûda tevdigere û bukelemûn e. Heta doh bû, wek Mussolînî mudaxeleyî ducaniya jinan dikir, di 8’ê Adarê de jî,  roja jinên ku di qalibekî reş de, dinava çar dîwaran de dîl girtine, pîroz kir.

Erdogan di paşverutî, teşqele û demagojî de mîsyonek e.

Jinên misilman yên Erdogan jî, di heman çarçoveyê de, ji bo 8’ê Adarê, balkêş e ku bi ayetên Qur’anê, behsa azadiya jinê kirin û gotin; li hemberî ku di dîroka 1440 salî ya Îslamê de, bi hezaran fermanên di çarçoveya “fiqih, icma, qiyas” de hatine dayin jî, hîna, li welatê me mafê jinan ne hatine misoger kirin.

Ev gotin, qesîdeyên li dijî diyalektîka serdemê û wateya 8’ê Adarê ne.

Bersiv jî, di sê pirsan de veşartiye; Gelo, Peymana Stembolê jî di nav de, kê mafên jinên li Tirkiyeyê tune kirin? Kê jinên li Tirkiyê kirin qalibekî reş? Kê, destketiyên jinan li şaredariyên kurd bi qeyuman ji hole rakirin? Rastî yek e û pêwiste tu kes, hem li nal, hem li bizmar nede û stranên ji diyalektîka serdemê dûr nexwîne.

Di dîroka sed salî ya Komara (!) Tirkiyeyê de, tu caran stran û qesîdeyên ji bo mafên mirovan ne hatine xwendin. Hemû serdem, bi performansên yekdestî û yek rengî derbas bûne; film û senaryo yek in, lê aktor  hatine guhertin. Sed sal, sê-çar nifş dikin û van nifşan, hinek kesan, li zanîngehên Ewropa ku nirxên gerdûnî li ber çavan digirin xwêndine, du-sê zimanan dizanin, lê dema vedigerine Tirkiyeyê, li tembura melankolîk ya sîstema dewşîrmeyên faşîst didin; dibine planger û endesyarên êrîşên biyolojîk û psîkolojîk û  imze divaêjin bin bûyerên dojehî. Yanî dibine teyrê du serî  ku bi goştê mirovan xwe xwedî dike. Kurd dibêjin tayrê Sîsyank, yanî teyrê kelaşan. Teyrê sîsyank ne du serî ye.

Faşîzma AKP/MHP’ê 21 sal in, li hemberî kurdan bûne teyrê kelaşan û yek nirxê gerdûnî bi tenê jî ne parastine.

Gelo, dewlet, yan jî desthilatdarî, wek Ibn-î Haldun dibêje, tenê “agirî suzan” in û karê wan tenê kuştin û tunekirin e? Di serdema Osmaniyan de jî, dewlet, xanedaniya Al-î Osman bû, ûmmet hebû, gel xwedî nasname û zimanê xwe bûn. Komara di wateya gel de û di serdema şoreşan de hate avakirin, bû xezeb û qiyameta gelan; bû hêzeke derew, teşqele, dek û dolaban û çerxa tunekirinê. Uuuuu hîç, ama hîç ji şoreşan cîhanê sûd negirt. Tenê ji Lenîn û Şoreşa Oktober zêr standin.

Li hemberî ku şoreşên li cîhanê serneketin jî, derfet afirandin ku mirovanî ji şikefta tarî derkevê, li ser rûerdê û di bedena mirov û civakan de qesr û qonaxên têr ronahî avabike. Demokrasî hatibe parçekirin jî, hin maf hatine dayin.  Mafên bi kanun û peymanan hatin misoger kirin, self determînasyon jî di nav de, ji bo parastina sîstema capitalist jî bin, dîse jî nîqaşa li ser van mafan çêdibin, kor û seqet jî bin, hin maf têne bidestxstin.

Sîstema Aparthaid Mandêla berda, lê sîstema devşîrme li dijî Ocalan tecrîdek kujerî daye destpêkirin.

Yanîîî, li Tirkiyê ne maf hatin parastin û ne tehammula li hemberî mafan çêbûye. Mafên ku bi peymana bêqudoş ya Lozanê jî hatine bidestxistin jî nasnakin. Tirkiye endamê Konseya Ewropa ye, lê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û biryarên Dadgeha Desturnameya xwe jî nake pratîkê.

Yanîîî, ji bilî înkar û tunekirinê tu hişmendî û raman ne hatine qebûl kirin. Ji destpêka avakirina Komara (!) Tirkiyeyê û heta îro, hiş û ramanê azad di zindanan de ye, yan kuştî ye, yan jî reviyaye derve.

Musollînî, Franko, Salazar, Peron navên weke “nasyonal” li faşîzma xwe kirine. Faşîzma Îttîhad û Terakî navek li faşîzma xwe nekiriye. Wajî wê, bi cil û bergên cûda faşîzma xwe veşartin, navên wekî komar, demokrasî û hiquq bikaranîn.  Kurdan nave “romî” lî faşîzma dewşîrme kirin û navê dewletê jî kirin “roma reş” û bi stranên dilojarê faşîzm lanet kirin.  Gelê Suryanî jî navê “seyfo” li faşîzma dewşîrme kirin û nave dewletê kirin “dewleta misilmenî,” û bi lavejan faşîzm mahkum kirin.

Romî tê wateya bêbextî, bêexlekî, wêranî, kuştin û tunekirinê. Seyfo jî tê wateya çete, qirkirin, tunekirin û wêraniyê. Menendê “faşîzma dewşirme” li cîhanê nine.

Li hemberî ku Prof. Dr.Hamîd Bozarslan di “Kemalîzme” de, Prof. Dr.  Taner Akçam, di “Aparthaid” de li ser faşîzma sedsalî rawestiyane jî, tam bersiva pirsê nedane. Faşîzma dewşîrme, di çarçoveya formal sosyolojî de nayê fêhm kirin. Divê mirov dîroka Roma û dîroka Îttîhat û Terakî baş lêkolîn bike û cûdatiya formal sosyolojiya Roma û formal romîtiya dewşîrmeyan li ber çavan bigire.

Di faşîzma dewşîrme de formal sosyolojî nine. Gotinên Abdullah Ocalan ku dibêje, divê her kurd bedena xwe, mêjiyê xwe ji dagirkeriyê rizgar bike, giring in. Eger mirov, bi asoyên cûda li faşîzma dewşîrme ne nêrê, nikare sîstema qeşmerî ya Erdogan, Bahçelî û Hûda-Parê nas bike. Teyrê du serî, bûye teyrê sê serî û bêndêren kelaşan saz dikin.

Kiryarên desthilatdariya AKP/MHP ku di 21’ê salê de kirine, bi hejmar, ji temenê Erdogan û Bahçelî zêdetir in! Ev kiryar, toza kimyewî jî di nav de, artêşek biyanî, yan jî SS’ên Hitler, yan jî Gomlek Reş yên Musollînî nekirine?!…

Qerebalixek ku her cih û ware çûnê de, li pey xwe bênderên laşan û kavil hiştine. Balkêş e lejyonerên Roma jî, ji bo “futuhatê” hatin avakirin, lê li cihên ku dagirkirine, qesr û qonax jî çêkirine.  Îmzeya Lejyonerên Roma stunên mermer in, îmzeya dewşirmeyî Îttîhadî jî xerabcih û wêranzarî ye.

Paşayên dewşîrme, di sala 1909’an de, li Selanîkê bingeha faşîzma dewşirme danîn. Piştî şerê li Balkanan (1912) derket, paşayên dewşîrme hem li Balkanan, hem li cîhana Ereban têkçûn, sefaleta paşayên Osmanî  dest pê kir  û ketin nava cehd û gera li welatekî.

Ger û tevgera paşayên dewşirme, di hestên cografyayekê de pêşket û Kurdistan bijartin. Kurd jî xeleka herî lewaz û hişkbadayî ya ola îslamî bûn! Bingeha trajediyên sedsalî!

Gelek kes dibêjin, dewleta Tirkiyeyê, li ser paşverutiya berê hatiye avakirin. Naaa, ne wisa ye; serdemên berê, ji serdemên Komara (!) Tirkiyê bi gelekê pêşverûtir e. Gotina komarê, têra modernîte û demokrasî nake.

Min berê jî gotibû, niha jî dubare dikim, hemû padîşahên Osmanî, ji Erdogan, Bahçelî û hemû serokomarên Tirkiyeyê pêşverûtir in. Tu padîşahan nasname û zimanê gelan qedexe nekirine.

Tirkiyeyê dewleta paşa û paşazadeyan e. Ev paşa û paşazade, bi pêşengiya Namik Kemal, Prens Sabahattin netewîyet, piştre bi Ziya Gokalpê Kurd û Yusuf Akçurayê Tatar, faşîzma Turk-î Turan pêş xistin.

Erê, Erdogan û Bahçelî ne paşa ne, lê mîratzadeyên Îttîhat û Terakî ne. Sîstema paşa Evren û gastapo Esat Oktay Yildiranê çav beq bijartin, bûne zebaniyê dojehê û imze avêtin bin bûyerên drametîk.

Balkêş e îro û mînel acaîb, îro, li Erdoganland-Tirkiyeyê hilbijartin hene. Hilbijartin jî, “riza” gelan e! Lê miratzadeyên Ittihat û Terakî AKP/MHP’ê, formula qeyum derxistin hole “riza” – îradeya gelê Kurd xesp kirin. Baş e, gelo tenê hevşaredarên Kurdan hîle kirin? Gelo li bajarekî Anatolya û Bakurê Kurdistanê, şaredarên desthilatdarî û muxalafeta komarê(!) lilleh û billeh kar kirin, qesem nave xwedê ne çepelî nekirin? Lê medya Tirk wilo nabêje??!!!….

Erê ya îro û mînel ecaîb û balkêş e li Tirkiyê hilbijartinên herêmî hene. Erdogan jî diqîre, hilbijartin, sendoq in û di demokrasiyan de “riza” erêniya komên xelkê ye.

Balkêş e û rast e û sahîh e; sed sal in, tu caran “riza”, erêniya komên xelkê di pîvan û argumentên demokrasî û “komar”ê de li ber çavan ne hatine girtin. Sed mixabin, hilbijartina 31ê Adarê jî, li gorî hesab û armanca mîratzadeyên Îtîthadî, mîna hilbijartinên berê, şeklî ye!..Kurd jî, dibin gef û êrîşan de diçine hilbijartinê, hin namzêdên DEM Partî  di gitîgehan de ne, hin jî di van rojan de hatin girtin û her roj erdnîgariya Kurdistanê, li Bakur, Başûr û Rojava, tê bombarduman kirin. Desthiladariya faşîst, muxalefêt û namzêdên wan, bi gotin û hevokên karekterîstîk êrîşî Kurdan dikin.

Kurd di çarçoveya demokrasiyê de, li hevkariyan digerin, lê faşîzma dewşirme di êrîşên xwe de, tixuban nasnakin, wek sergerde û qeşmerên kolanan, gefan li dengdêrên kurd, sosyalîst, demokrat, tofanzadeyên erdhejê dixun. Ji xwe bi operasyonên dawî, hejmarek baş ji ciwanên çepgirên tirk û welatparêzn kurd destgîrkirin, hem tirs û hem berterefkirin kirin!

Li Tirkiyeyê, şer heye û ev şer, tenê di navbera gelê kurd û dewleta faşîst de nine; di navbera azadîxwaz, demokrasîxwaz, mafparêz û faşîzma dewşrîme de ye. kurd jî, di ezelî edaletê digerin û dixwazin mafên xwe yên demokratîk bidestbixin. Dixwazin qeyum û tecrîdê, toza kimyewî, kuştinên SIHA û balafirên şer, guhertina demografiya li xaka xwe mahkum bikin û bi israr in.

Ji bo vê jî hilbijartinê wek referendum dibînin.

Dive kurd, demokrat, sosyalîst û tevahiya gelên li Tirkiyeyê zanibin ku, hilbijartin ji bo berterefkirina diyalektika serdemê ye û dixwazin îstîsmar û veşartina teşkîlat-saziyên faşîst meşrû bikin. Xapandinê dikin. Ji bo vê jî dive her kes bi hişyarî tevbigere!…

Nabêjim wek li Iranê û Rojhilatê Kurdistanê bila hilbijartin werin boykot kirin. Naa, dive her kes biçe ser sendoqan û faşîzma AKP/MHP mahkum bike. Kurdan û demokratên li Tirkiyeyê, diyalektîka serdemê zemt kirine, dive lê xwedî derkevin.

Di nava çendikan de dibêjim; faşîzma dewşîrme, wek di her hilbijartinê de kiriye, di vê hilbijartinê de jî, dixwaze mêjiyê mirovan, bîr û hewngiriya mirov û civakan  zincîr bike û nava trawma de bigire. Lewam gefan dixwe, êrîşan dike û dixwaze nexweşiya jibîrkirinê zindî bike. Ev jî bi tirsê çêdibe!…

Di sedsalî de, bi dans û daweta şer û êrîşan, dîrokek jibîrkîrî, talankirî, parçekîrî hate nivîsandin û bêbawerî afirandin. Parçekirin, kesayeta ketî, nezanîn, xeşîmî, tirs, tiralî û kasûlîya bêîrade kirin û civakek assosyal derxistin hole. Wek Kekê Musa Anter digot; Kurd anîbûne bin sifrê û serketina xwe misoger kiribûn. Lê kurdan, bi taybetî ciwanên kurd, jinên kurd, dibin sîwana Tevgera Azadiya Kurd de romana romanê nivîsin. Romana romanê, nasnameya mirovaniyê ye!

Rêber Ocalan jî, da xuya kirin ku aqil, ji bo hemû mirovaniyê muşterek e. Divê her kes bi aqilê muşterek nêzîkî hilbijartina 31’ê Adarê  bibe,  weke  firsetek dîrokî bibîne û sefaleta faşîzma dewşîrme mahkum bike.

Rayedar û nazêdên desthilatdariya faşîst bûne delêliyê felaketan, kurdan terorize dikin. Armanc provaqasyon û tirsandina demokrat sosyalîst û aştîxwazan e, ku neçin ser sendoqan. Ji bo vê jî furya girtinê dane destpêkirin. Bêguman cihê ku demokasî û hiquq lê nebe, çeteyên paramîlîter û kontra serdest in. Sed sal in Tirkiyeyê, ji kontra û çeteyan, ji klîmatên bi xwîn rizgar nebûye, demokrasî idaba bi xwîn dimîze.

Dibêjin barê ketî li xwedî ye. Xwediyê Kurdistanê kurd in, dive bi coş û biryardarî biçin ser sendoqan, faşîzma sedsalê mahkum bikin.