27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hincê

Mîna ku bersiva, ‘gelo çima ji navsera çiyayan re dibêjin warê xwedayan?’ bide, bi hemû heybeta xwe ve li ser piyan tîk sekinîbû Herekola Mîran. Li vî çiyayî demsala havînê êl û eşîr konên xwe yên reş datanîn, zivistanê jî li gundên quntarên wî çiyayî yên mîna ji çîrokan firdayî, dijîn. Gelê wî yê reng û xisleta xwe ji wê girtî, weke wî serberz, destvekirî, dilfireh, camêr û merd; weke axa xwe hişk lê ewqas jî nazik û hestiyar bû. Qewmekî  xwedî çandeke dewlemend, welatperwer, ji dostê xwe re dost ji neyarê xwe re xedar…

Xelkê wî, nexasim jî keç û xortên wî li gorî dîroka xwe ya kevnar ku ji kal û pîrên wan diyarî maye, dijiyan û bi erdnîgariya xwe re bibûn yek. Mîna tê gotin, mirov nan û ava kîjan deverê vexwe, dişibe wê deverê. Hem Herekola Mîran bi xelkê xwe şanaz bû, hem xelkê wî bi wî serfiraz û dilşad bû.

Li gorî rîwayetê mîrekî Herekolê hebûye û keçeke wî ya gelek spehî hebûye. Dema ku keça Mîr, ango keybanûya wî Hincê tê berê xwe, gelek xwazgîniyên wê çêdibin lê belê Mîr naxwaze keça xwe, delaliya xwe bide mêr. Her ku Mîr dibêje na, xwazgîniyên keçê zêdetir dibin. Êdî wisa dibe ku mala Mîr ji xwazginiyên keça wî xalî nabe. Mîr çi dike nikare pêşî li vê bigire. Bi pêşniyara şêwirmendên xwe herî dawî biryar dide ku şertekî deyne pêşiya xwazgîniyên keça xwe û dibêje: “Kî zivistanekê li navsera Herekolê bimîne, ez ê  keça xwe Hincê bidim wî.”

Egîd û mêrxas bi hêviya ku dê Hincê ya bi spehiya xwe ve bi nav û deng e bistînin, dikevin ser riya Herekola Mîran, çiyayê serê wan digihîje asîmanan. Her payîzê xortên qeşeng ên ji xwe bawer dikevin ser riya çiyê ku navsera wî ti carî ji berf û boran, ji mij û moranê kêm nabe. Malbatên van xweşmêran, bi hêviya ku dê ji mala mîr re bibin xizm û xinamî zarokên xwe bi kêfxweşî û şahî rê dikin çiyayan.

Mixabin ti kesên payîzê riya çiyê kudandî, diketin ser şiveriyên Herekola Mîran, biharê nazivire. Çavê dê û bav, xizm û malbatê li riya wan diqerime lê ti kes nabe şahid ku kes jê vegeriyaye!

Bi vê rêbazê Mîr, li pêş çavê her kesî ji xwazgînî û daxwazdarên Hincê re nabêje na, rêzdarî û giraniya xwe ya li ba civakê diparêze. Di rastiyê de gelek mêrxas û egîdên delalê ber dilê dê û bavê xwe serî datînin ser riya evîna bêhêvî. Mîr rêyeke wisa dabû pêşiya daxwazdarên evîndar ku jê venegerin!

Dem diborin, demsal tên, sal vedigerin. Êdî hêviya ti kesî namîne. Mîr êdî pê bawer e ku gihiştiye armanca xwe. Dîsa payîz tê, ciwan û mêrxasên dilê wan bi agirê evîna Hincê germ bûyî amadekariyê dikin ku biçin navsera Herekola Mîran û zivistanekê lê derbas bikin û vegerin bên bigihên Hincêya delal.

Di nav refa vê carê de ciwanekî ne ji mala mîr û began ku kes ne li bendê ye heye û daxwazdarê Hincê ye. Çawa be tenê şertekî bavê Hincê, mîrê welatê Herekolê heye, ew jî ew e ku ‘kî zivistanekê li navsera Herekolê bijî, dê keça xwe bide wî’.

Evîndarê bibejn û bal, spehî û delaliya Hincê ciwanê bêkes, bê oxirkirin, bêxwedî, bêyî ku li cil û bergê xwe yê pînekirî binêre, dikeve ser riya evîna xwe ya bêmiraz!

Wê zivistanê hema bêje ne li bîra kesî bû ku kesek derketiye çiyê jî. Çawa be ne kurê beg û mîran, ne yê wezîr û kizîran bû. Çawa be gelek mêrxas û babaegîdan xwe ceribandibû lê yek jî nezivirîbû, gelo dê ev sêwiyê hanê dojeha zivistana Herekolê kedî bikira û vegeriya?

Di berbanga biharê de, bêkesê me ji Herekolê dadikeve xwarê. Xelkê ku wî bi saxî li pêşberî xwe dibînin, şaş û metel dibin. Agahî zû belav dibe û her kes dibêje: “Gelo ev çawa dibe? Ewqas mêrxas û egîdên bi nav û deng çûn lê yek nezivirî, vî bêkesî çawa seranserî zivistanê li hemberî bager, bahoz û tofana şewatger li ber xwe da, sax ma?”

Vegera xortê bêkes, hesabên mîr serobino dike. Neçar dimîne ku sozê dayî pêk bîne; keça xwe ya dîtineke wê nedida bi dinyayekê, bide wî! Çawa be soz û bextê mîr qewl û qanûn bû. Carekê gotibû, divê soza xwe pêk bianiya. Berdêla wê sozê, vexwarina tasek jehr bûya jî dê vexwara! Gelê Botanê, ji kesekî ku soza xwe pêk neyne re nedigotin ‘mirov’ jî.

Kul û kesera mîr ew bû ku ji xwe re digot,  ‘Ewqas egîdan keça min xwest lê nekarîn bistînin, keça min, ronahiya çavê min, bû nesîbê vî bêkesî? Ev belengaz çawa karîbû ji zivistana Herekolê sax bifilite û vegere?’

Mîr, Herekol û zivistana wê ya xedar baş dizanî. Çawa dibû Herekola bêrehm canê vî bêkesî nestandibû! Zivistana Herekolê, bi çend bejnan berf digirt, bi ba û bager û bahozan, bi şape û aşûtan bêhn li mirovan dadiçikand. Xumexuma li navser, li qelîştek û qefên Herekolê dihat, ji dengê zebaniyên dojehê tirsnaktir bûn. Dengê agirê dojehê jî li ber vê xumîniyê ne titişt bû! Yên derketibûn navsera Herekolê, ji sermayê bêtir, ji deng û xumîniya nediyar ji tirsa miribûn!

Kêrhatî û destbikêriya vî bêkesî ku karîbû vê benda tirsê derbas bike, wêrekiya wî nîn bû bêguman, kerbûna wî ku deng nedibîhîstin û agirê evîna wî ya dilê wî germ dikir bibû azweriya serkeftina wî.

Mîr fêm dike ku bawerî ji hêzê xurttir e û ev serkeftina bêkes bi dayîna Hincê xelat dike, wan digihîne mirazê wan. Paşê jî ji bo keça xwe nemir bike, navê wê li gelek zozan, çem, mêrg  û warên Botanê datîne.