spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokên me yên klasîk û pedagojî

Di çanda civat û dewletên paşvemayî de heta van salên dawî ji bo zarokan çîrokxwendin an pirtûkxwendin gelek kêm bûn. Di nav gel de, ne tenê xeberoş, çîrok, fabil û destan hebûn û bi devkî dihatin gotin. Ji wan kesên ku bi devkî çîrokan dibêjin re jî çîrokbêj dibêjin. Wekî dengbêjan piraniya çîrokbêjan jî nexwenda bûn, ji ber dizanibûn.

Di zemanê berê de çîrokbêjan di şevên zivistanên dirêj û tarî de li civatan çîrok digotin. Li bajar û bajarokan jî êvaran li hin mal, qonax û qehwexaneyan çîrokbêjan çîrok vedigotin. Her wiha li gundan jî dê û bavan kal û pîran him ji bo mezinan û hem jî ji bo zarokan çîrokên bi serûven û balkêş vedigotin.

Dema mirov van çîrokan ji aliyê pedagojî û wêjeyî ve binirxîne an li bêjingê bixe, sûd, kar û zerara wan dibîne: ji aliyê kar û sûdê ve çîrok bi kurdî bûn; bi saya wan çîrokan zarok û mezin gelek, peyv, biwêj û gotinên pêşiyan hîn dibûn. Gencîniya peyvên kurdî li gel zarok û mezinan dewlementir dibû. Sîstema vegotinê di serê temaşevanan de çêdibû. Di hinek çîrokan de rengê kurdperweriyê didîtin û hişmediya neteweyî xurt dikirin. Bi van çîrokan bi kurdî hizir, fantazî û xeyala zarokan kûr, xurt û berfireh dibûn. Ev aliyên erênî yên çîrokên klasik bûn. Aliyê neyînî jî hene, gelo ew çi ne? Aliyên neyînî yên van çîrokên kevnare yek jê ev bû ku çîrok ne pedagojîk bû. Li gorî ast û têgehîştina zarokan nebûn, li gorî ast û têgehiştina temenmezinan bûn. Lêbelê zarokên mezin jî li gel temenmezinan guhdarî dikirin. Piran û giraniya mijar û naverokên van çîrokan şer, lêdan, kuştin, girtin, êşkence, tirs û xof bûn. Leheng û fîgurên wan çîrokan dêwê heftserî, hûtê sêserî, pîrebok, cin, reşikê şevê, gurê manco, pelepîxan, qerewêl, gurnepaşê şerûd, ejderhayên dirinde, leşker, polîs, bekçî, doktor… bûn. Li ser navê qehremanî û jêhatîbûnê, leheng mirov û ajalan dikujin û xwezayê tar û mar dikin. Dema çîrokbêjan dest bi çîroka xwe dikirin, zarok ditirsiyan û xwe dikirin bin lihêfê, yên hazir jî bi wan dikeniyan. Dema ku zarokek li malê nerhetî û şûmîtî bikira yan raneketena vê carê dê yan bavê digot, “tu ranekevî ez dê gaziyê dêwê heftserî an gurê manco bikim bila bê te bibe…” Zarok ji tirsan diket bin lehêfê û heta bi xwe de biçûna bêdeng diman. Carnan zarok ji tirsa bi şev bi xwe de dimîztin. Ev ji bo zarokan xeternak in. Divê zarok neyên tirsandin û ji wan re bêjin ku ew çîrok ne rast in, xeyalî ne. An jî ev çîrokên wiha xof li cem zarokan neyên gotin.

Di çîrokên nûjen de wek nimûne karaktereke din dan dêwê heftserî û jê re gotin “Dêwê Dilovan”. Dêwê dilovan ji zarok û mirovan re alîkariyê dike. Ev jî ferqa navbera çîroka kevnare û nûjen dide diyarkirin. Zanîn û hunera perwerdeya nûjen a pedagojîk hewqas mezin û girîng e.

Pirtûk û çîrokên zarokan pêwîst e ku li gorî asta temen, bal, daxwaz û zeka zarokan bin. Naverok bi nirxên însanetiyê ve bigunce. Leheng û fîgurên çîrok û nivîsan dilovan, mihrîvan, aştîxwaz û wekhevîparêz bin. Ji xweza, ajal û hemû jîndaran hez bikin. Ziman û ramanên berheman baş û xweş bin. Pirtûk û çîrokên nûjen ên di rojên me de ji bo zarokan tên nivîsandin, divê ev girîngî û taybetiyên pedagojîk bigirin ber çav.

Îro çendek kes hene ku bi kurdî dizanin û haya wan ji psîkolojî û cîhana zarokan a pedagojîk tune, radibin ji bo zarokan çîrokan amade dikin. Ev ji bo zarokan karekî gelek xetere ye. Bi tenê kurdî têr nake ku mirov dest bavêje pênûsê û ji bo zarokan berheman biafrîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê