26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başûrê Kurdistanê çima tê cezakirin?

Rojeva başûrê Kurdistanê ji nişka ve qulibî ser budçe û mûçeyan. Parlamentoya Iraqê hefteya borî biryar da ku heya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê neftê radestî Iraqê neke dê mûçeyên wê neyên şandin. Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku di rojên bê de, wê şandeyek ji hikûmetê serdana Bexdayê bike.

Li gorî hin siyasetmedar û rojnamegerên başûrî jî peymana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê dê 50 salan neftê bifiroşe Tirkiyeyê, her çûye bûye sedema qeyrana di navbera Bexda û Hewlerê de . Hefteya borî  parlamenterê kurd ê li parlamentoya Iraqê Serkewt Şemsedîn der barê neşandina mûçeyên herêmê de destnîşan kir ku hikûmet beriya ku rêya Bexdayê bigire berê xwe daye Enqereyê û ev tişt anîbû ziman: “PDK di qumara bi Tirkiyeyê re nefta başûrê Kurdistanê wenda kir.”

Li ser vê bûyera mûçe û têkiliyên di navbera Bexda-Hewlerê de em bi rojnamgerê başûrî Rêbaz Hesen re axivîn. Hesen diyar kir ku PDK hemû neft radestî Tirkiyeyê kiriye û ne haya partiyên di parlamentoyê jê heye ne jî ya gel.

Bi avakirina herêmê dest pê kir

Rojnameger Rêbaz Hesen qala dema piştî rejîma Sedam Hisên û avakirina pergala konfederaliyê kir û wiha got: “Babeta mûçeyan babeteke pir aloz û hestiyar  û qanûnî ye. Piştî rûxandina Sedam Hisên ji sala 2003’yan heta 2005’an lijneyek ji bo destûra bingehîn a Iraqê hat avakirin. Di nav vê lijneyê de nûnerên kurd, ereb (şiî-sinî), tirkmen, asûr, mesîhî û kildan hebûn. Ji kurdan bêtir nûnerên YNK û PDK’ê hebûn. Piştre propagandaya vê destûrê kirin gotin ev destûr ji bo kurdan baş e, wekî pergaleke konfederalî ye, xweseriya me heye û divê kurd piştgiriyê bidinê. Wê demê rexneyên hin aliyên siyasî ji bo vê destûrê hebûn lê PDK û YNK’ê rexne li ber çavan negirtin gotin ev destûr ji bo kurdan baş e û pergaleke konfederal tîne. Di encamê de ev destûr hat qebûlkirin.”

Peymana herî dirêj

Hesen bal kişand ser pêvajoya piştî qebûlkirina destûra hikûmeta navendî ya Iraqê destûra ji bo têkiliyên din daye hikûmeta herêmê lê di meseleya neftê û parastina sînoran de dê di bin kontrola Iraqê de bimîne û ev tişt anî ziman: “PDK li gorî vê destûra bi konsesusa pêkhateyên Iraqê hat danîn tevnegeriya û ev bû sedema krîza mûçeyan di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê. Wekî tê zanîn PDK di sala 2014’an de ji bo 50 salan bi Tirkiyeyê re peymana neftê îmze kir. Li gorî yasayên navdewletî ji bo neftê peyman herî zêde 50 sal dikare bê danîn. Yanî PDK peymana herî dirêj bi Tirkiyeyê re daniye. Li gorî destûra heyî mafê PDK’ê yan jî hêzeke din tune ye bi serê xwe peymanan bi dewletên din re deyne. Ev mafê hikûmeta navendî ya Iraqê ye.”

‘Haya tu kesî tune ye’

Rêbaz Hesen di axaftina de xwe de da zanîn ku PDK’ê ne li ser navê hikûmeta herêmê li ser navê xwe ev peymana 50 salan bi Tirkiyeyê re îmze kiriye û wiha domand: “Haya partiyên din ên kurdî yên di parlamentoya herêmê de jê tune ye û nizanin PDK’ê ev peyman li ser kîjan esasan daniye. Tê gotin ku di vê peymanê de xalên leşkerî jî hene. Bi vî awayî beşek herî mezin a başûrê Kurdistanê radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. PDK hemû petrol radestî Tirkiyeyê kiriye û ji Iraqê jî pere dixwaze. Iraq jî dibêje petrolê radestî min bike em jî mûçeyan bidin. Gelek xalên wekî vê hene lê niha  mijara me ne ev e. Ji ber van sedeman hikûmeta Iraqê mûçe li Başûr birî. Xala din, haya partiyên kurdî yên din ji  petrola niha difiroşin Tirkiyeyê tune ye. Hemwelatiyên başûrê Kurdistanê jî nizanin pereyên petrolê û yên ji hikûmeta Iraqê tên girtin çi pê tê kirin, bi ku ve diçe.”

Iraq dahatan dixwaze

Rojnameger Hesen di berdewama axaftina xwe de da diyar ku demên dawîn hikûmeta Iraqê di mijara firotina neftê de her çi qas hinekî nerm bûbe jî lê pişt re ev yek guheriye û wiha pê de çû: “Rojane 700 hezar bermîl petrol difiroşe Tirkiyeyê. Hikûmeta navendî ji hikûmeta herêmê re got heke hemû nebe jî rojê 350 hezar bermîl bidin me, em ê jî mûçeyên herêmê bidin. Ev çend car in ji bo vê PDK soz dide lê sozê xwe pêk nayne û petrolê nade hikûmeta navendî. Hikûmeta navendî dibêje ne maqûl e ku welatiyekî Besrayê pê qayil bibe pereyê petrola herêma wî bişînin ji bo Başûr. Ji ber vê yekê hikûmeta navendî biryar da ku heta PDK dahata petrol û gumrukê radestî wan neke ew ê jî mûçeyên Başûr nede.”

Mijar tên berovajîkirin

Hesen destnîşan kir ku PDK gendelî û nelirêtiyên xwe berovajî dike û mijarê vediguherîne mijareke neteweyî û wiha got: “Dibêje ereb faşîşt û şoven in heqê me nadin. Ji kurdan re dibêje lê binêrin Iraq neheqiyê, zilm û zorê li me dike. Bi vî awayî rastiyan vedişêre. Kurdên Başûr êdî dibêjin dema petrol di destê Iraqê de bû, mûçeyên wan dihatin dayîn; jiyan xweştir û baştir bû, krîza aborî tune bû. Di bingeha krîza aborî ya niha de têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re heye. Ji ber vê yekê li dijî peymanên PDK û Tirkiyeyê ye.”

‘Tirkiye asteng e’

Her wiha rojnameger Rêbaz Hesen ragihand ku ji ber siyaseta PDK’ê herêma Kurdistanê tê cezakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK hemwelatiyan bi siyaseta xwe ya nebaş ceza dike ji ber ku li gorî destûra federaliyê tevnagere. Heger li gor destûrê tevbigere dê pirsgirêk çareser bibin. Bi taybetî Nêçîrvan Barzanî çi bi petrolê dike kes pê nizane mûçeyên hemwelatiyan nade. Ji ber vê jî hikûmeta Iraqê mûçeyan nade. Di rastiyê de her du jî hemwelatiyan ceza dikin. A rast ew e ku Tirkiye asteng e li ber têkiliyên başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê. Serokê parlamentoya başûrêKurdistanê yê berê Dr. Yûsif Mihemed gotibû ku petrola başûrê Kurdistanê ne di destê parlamentoya Kurdistanê de, di destê Tirkiyeyê de ye û diyar kiribû ku sedem jî peymana petrolê ya 50 salan a bi Tirkiyeyê re ye.”