26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê têkildarî Nuredîn Sofî daxuyanî da

Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan îdia kir ku fermandarê HPG’ê Nuredîn Sofî li başûrê Kurdistanê hatiye kuştin. HPG’ê têkildarî idiayê daxuyanî da û diyar kir ku ev agahî nerast e.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê da zanîn ku di demên dawîn de ji aliyê çapemeniya tirk ve têkildarî fermandarên wan nûçeyên bi vî rengî tên weşandin û ev rêbazekî şerê taybet e. Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ku artêşa tirk nikare li Kurdistanê tu serkeftinê bi dest bixe, bi rê û rêbazên şerê taybet û senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serkeftinên sexte ji xwe re çêbike.