26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskarê me Feratê Dengizî û gelek kes hatin binçavkirin

Li navenda Mêrdînê û taxa Dengiza ya navçeya Stewrê esker û polîsan avêtin ser gelek malan. Di encama serdagirtina malan de nivîskarê rojnameya me Feratê Dengizî jî di nav de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.

Esker û polîsan di serdegirtinê de Hevşaredarê berê yê Stewrê û siyasetmedar û nivîskarê rojnameya me Mehmet Aydin Alokmen (Feratê Dengizî), rêveberê HDP’ê yê Mêrdînê yê berê Bedî Yilmaz û rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Ayşe Bozan binçav kirin. Sedemê binçavkirina her sê siyasetmedarên ku birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê nehat zanîn.

Li navçeya Midyadê jî Serokê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pîşesazkarên Cil û Berg û Tekstîlê ya Mêrdînê Halîl El, jesnafê navçeyê Mahsûm Bîlkay, jina 72 salî Meles Gultekîn û welatiyê bi navê Zekî ku navê wî nehat hînbûn hatine binçavkirin.

Aydin Alokmen dema ku Hevşaredarê Stewrê bû di 1’ê Adara 2016’an de qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin û piştre hatibû girtin. Piştî ku zêdeyî salekê dîlgirtî ma, hatibû berdan. Lê belê bi hinceta îfadeya ‘şahidê veşartî’ 10 sal 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Alokmen ango Feratê Dengizî zêdetirî salekê ye nivîskarê rojnameya me ye û di quncikê ‘Ji Delav’ de bi mijarên çand, huner û wêjeyê dinivîsîne.

MÊRDÎN