27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkildarî hevdîtina bi DYA’yê re Mezlûm Ebdî axivî

Li gor agahiyên ku ji aliyê wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hatî parvekirin, di 16’ê mehê de heyeteke ji DYA’yê bi HSD’ê re hevdîtinek pêk anîbû. Heyeta ku ji rayedarên DYA Joey Hood û nûnertiya taybet a Sûriyeyê ya DYA’yê Aimee Cutrona, alîgirê şandeya Sûriyeyê David Brownsteîn û dîrektora Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraq û Sûriyeyê Zehra Bell Pêk hatî, bi  rayedarên payebilind yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk,  Konseya Demokratîk ya Sûriyeyê, Konseya Reqayê û serokên eşîrên Reqayê re hatin cem hev.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî têkildarî hevdîtina bi heyeta DYA’yê, li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.

Twitta Ebdî ya têkildarî hevdîtinê wiha ye: “Me bi heyeteke payebilind a Amerîkayê ya di bin serokatiya ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Alîkarê Wezîr Birêz Joy Hood û ji Qesra Spî jî Dîrektora Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Iraq û Sûriyeyê Zahra Bell re civîneke çêkir kir. Biryar hat dayîn ku heta serkeftina bi temamî ya li dijî DAIŞ’ê û ji bo xurtkirina aramiyê  Rêveberiya Xweser dê Koalîsyona Navneteweyî li herêmê bimîne.”