27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê xwest ku PDK bûyera Xelîfanê ronî bike

Artêşa Tirk, di 5’ê îlonê de bi hevkariya îstixbarî ya hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Geliyê Balîsanê yê li bajaroka Xelîfanê ya navçeya Soran a Hewlerê li dijî komeke gerîllayên HPG’ê êrîşeke hewayî pêk anîbû. Di vê êrîşê de 3 gerîlla jiyana xwe ji dest dabûn û 2 gerîllayên ku birîndar bûbûn jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn desteserkirin.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, HPG’ê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî daye û piştrast kiriye ku li Geliyê Balîsanê li dijî tîmeke gerîlayên wan a ji 5 kesan pêk hatiye êrîşeke hewayî ya bi balafirên keşfê hatiye kirin û 3 gerîlla jiyana xwe ji dest dane û 2 gerîllayên wan jî birîndar bûne. HPG’ê ji PDK’ê jî xwestiye ku bûyerê ronî bike.

Daxuyanî HPG’ê ya ku ANF’ê derbas kiriye bi tevahî wiha ye:

“Roja 5’ê îlonê danê êvarê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrîşa balafirên keşfê hatin. Di vê komê de hevalên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê cih digirin. Li gorî agahiyên me girtiye di vê êrîşê de; 3 rêhevalên me şehîd bûn û 2 rêhevalên me jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku hêzên PDK’ê piştî êrîşê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin û hevalên me yên birîndar rakirin û birine. Heya niha em nizanin ku ji vê komê kîjan hevalên me şehîd bûne û kîjan birîndar in.

Eşkere ye ku li vê herêma ku ne qada şerê germ e, balafira keşfê ji nişka ve hat û bi şev komeke ku li eraziyê dimeşiyan tespît kir û li wan xist, nîşan dide ku hevalên me bi sîstemeke îstîxbaratî ya bi rêxistinbûyî ve hatine şopandin. Her wiha dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê û bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund jî rewşeke balkêş e.

Eşkere ye ku ev bûyer bûyerek e ku divê bê lêkolîn û ronîkirin. Di vê xalê de agahiyên hevalên me yên birîndar bidin jî wê di zelalkirina çawaniya qewimîna bûyerê de cihekî xwe yê girîng hebe. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin, di demek herî kurt de radestî me bikin.”