8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha Iraqê biryara xwe ya der barê parlamentoyê de aşkera kir

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê bi awayekî fermî betalkirina dosyaya hilweşandina Parlamentoyê ragihand û da xuyakirin ku ev mijar li derveyî desthilata dadgehê ye.

Dadgehê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Endamên Parlamentoyê piştî hilbijartina xwe ne nûnertiya xwe û ne jî ya blokên xwe yên siyasî dikin, ew nûneratiya gel dikin û ji ber vê yekê pêwîst e ku ji bo peywîra ku gel spartiye wan bixebitin. Pêwîste parlamenter ji bo berjewendiyên gel bixebitin ne ku bibin sedema rageşî, tevlihevî  û astengkirina berjewendiyên wan.”

Di berdewamiya daxuyaniya dadgehê de hate gotin ku rewşa Iraqê ferz dike ku her kes girêdayî xalên destûrê bin, tu kes ji derveyî destûrê dernekeve û nabe tu desthelatek destûrê binpê bike û bibe sedema hilweşandina hemû pêvajoya siyasî û bibe metirsî li ser ewlekariya welat û welatiyan.

Dadgehê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser Destûra Bingehîn a sala 2005’an  a Komara Iraqê ku di wê destûrê de bi zelalî behsa şert û mercên betalkirina parlamentoyê tê kirin, lewre jî ew nikarin li derveyî vê destûrê tevbigerin û biryara betalkirina parlamentoyê bidin.