5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê DAIŞ’iyek amadekariya êrîşê dikir girt

HSD′ê, ragihand ku li Til Hemîsê DAIŞ′iyek ku amadekariya êrîşeke ′terorî′ dikir, girtiye.

Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li dijî DAIŞ’ê didomin. Navenda Ragihandinê ya HSD’ê li ser malpera xwe der barê operasyoneke ku li Til Hemîsê li dar xistiye de daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wê DAIŞ′iyek ku amadekariya êrîşeke ′terorî′ dikir, girtiye.

Berfirehiya daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Komên operasyînên leşkerî yên girêdayî hêzên me duh bi operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Til Hemîsê endamê terorîst ê rêxistinê girt. Yekîneyên me cihê terorîst dorpêç kir û ew girt. Li gorî agahiyên li gel hêzên me, wî terorî amadekariya pêkanîna êrişeke terorane dikir. Hêzên me li gel wî mîqdareke teqemenî, çek û cebilxane girtin.

Ew terorîst li bajarokê Til Hemîs û gundewarên wê çalak bû, beşdarî gelek êrişên terorane yên li dijî hêzên me, saziyên sivîl û xizmetguzariyê bû.

Ji bo parastina ewlehî, îstîqrara herêmên me û ewlehiya xelkê me ew bi ser endamên rêxistinên terorê de bigirin û kaniyên wan ziwa bikin.”