5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend nûnerên çanda xwe ne

Di her serdemê de dema ku desthilatdar bixwazin nirxên civakekê tune bikin an jî ji xwezaya wê dûr bixin ji her tiştî zêdetir êrîşî çand, huner û zimanê wê dikin.

Li ser vê esasê ji destpêka Komara Tirkiyeyê heta niha hikûmetên heyî tim êrîşî huner û zimanê gelê kurd dikin. Ji ber zext û astengiyên hikûmeta tirk gelek hunermendên kurd niha li welatên biyanî ji çavkaniyên hunera xwe dûr dijîn. Yek ji wan hunermendan jî Mîr Perwerê ku niha li Parîsa Fransayê dijî ye.

Em bi Mîr Perwerê ku ji zarokatiya xwe heta niha bi muzîkê re eleqeder dibe re li ser mijarên huner, hunermend û zextên li ser wan axivîn.

Hunermend Mîr Perwer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku eleqeya wî ya muzîkê ji zarokatî de destpêkiriye lê ji ber ku ew baş zimanê zikmakî nizanibûye nikaribûye hestên xwe baş îfade bike û ev tişt anî ziman: “Dema mirov rastî û rewşa kurd û Kurdistanê nas dike di dilê mirov de hestiyariyeke mezin çêdibe û bi demê re xwe dide der. Wê demê me baş ziman nizanibû ji ber ku me di dibistanên tirkan de perwerdehî didît derfeta me tunebû ku em bikevin nav hunera kurdî. Min piştî dibistana navîn biryar da ku têkevim nav deryaya hunera kurdî. Li ser vê biryarê min dest bi staranan kir.”

Huner riya xwenaskirinê ye

Mîr Perwer di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya huner û erdnîgeriya Kurdistanê û wiha got: “Ji bo kesekî/ê ku li Kurdistanê dijî, afirandina hunerê tişteke pir hêsan e. Hûn ê bibêjin çima? Ji ber ku bi hezaran êş û şahiyên erdnîgariya Kurdistanê hene di heman demê de çandeke me ya bi şax û kevnar heye dema mirov li wan binêre û wan ji xwe re bike referans dikare bi hezaran staranan bistire. Hunermedekî/ê ku êş û azarên li Kurdistanê ji xwe re bike derd bivê nevê dibe hildiberîner. Lê tevî van tiştan zehmet e ku hunermedekî/ê kurd li dijî astengkirin û zextên li ser hunera kurdî bikaribe hunera xwe pêşkeşî civakê bike.”

Perwer da zanîn ku huner riyeke xwe naskirinê ye û wiha pê de çû: “Kesekî/ê ku ji dil bi hunerê re eleqeder dibe rastiya xwe baştir dibîne, xwe baştir nas dike. Huner lêgerîn û pireya ku mirov xwe digihîne heqîqetê ye. Kesekî/ê ku bi hunerê re eleqeder dibe zêdetir xwe nas dike û dikare empatî li pêş bixe. Îro dema ku em dinirxînin dibe ku her hunermend rewşa civaka xwe hîs neke lê her hunermedên ku rastiya kurdewarî di ruhê xwe de bi cih kiribe ev rastiyê jî hîs dike.”

Huner ji bo civakê girîng e

Mîr Perwer got ku kesên ku hunerê dikin hewce ye armanca hunera xwe jî zanibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku mirov bibêje muzîk û huner hewce ye ku mirov zanibe ew muzîk û huner nûnertiya çi dike. Hewce ye tu zanibî tu bi kîjan çand û zimanî hunerê dikî. Hunermendekî/ê ku hunera kurdî dike lazim e ku bizanibe ew nûnertiya kurd û kurdewariyê jî dike. Di vî aliyê de divê bi giraniya hem nûnertiyê hem jî ya berpirsiyariyê tev bigerin. Civak bi rêya hunerê parastina xwebûn, çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe jî dike. Heke huner ji her aliyê ve xwe parasti be wê demê ji bo civakekî pir girîng e.”

Perwer diyar kir ku hin hunermendên niha bi hunerê re eleqeder dibin çanda xwe nizanin û wiha axivî: “Hunermendên ku niha bi hunerê re eleqeder dibin nakevin tatêla fêrbûna çand û zimanê xwe, bi jiyana rojane re zêdetir eleqeder dibin ji ber wî jî qedrê hunerê erzan dikin. Li ser hunerê hûr nabin hunera rojane ava dikin. Ev jî bi xwe re tunebûna hunerê tîne û bişaftin pêk tê. Dema ku em hilberîna hunerê nekin û wê tune bikin em jî dibin yek ji çerxa bişaftina ku li ser me tê meşandin. Bifikirin ku aşeke çêkirine û dixwazin me bihêrin. Li aliyekî hin kes li ber xwe didin li aliyê din jî hinek jê jî jê re dibin av. Bi vî awayê dixwazin ku em xwe bi xwe tunebikin. Dema berê hunermendekî hunerê bikira rasterast êrîş li ser dihat kirin û li hemberî vê êrîşê berxwedaneke bêhempa jî dihat dayîn. Lê îro êrîşa fizîkî pêk nayê û dewlet dixwaze bi polîtîkayan hunermendan bike bin bandora xwe. Ji ber ku hunermed jî li ser esasê çanda xwe hunerê nake dikeve ber bayê polîtîkayên hikûmetê û dibe yek ji amûrên van polîtîkayan. Ji bo hunermend nebe amûrê polîtîkayan hewceye xwe perwerde bike û nas bike. Keseke ku xwe nasneke nikare parazvaniya civakekî jî bike.”

Mîr Perwer bal kişand ser sekna hunermendan û wiha pê de çû: “Heke hunermend di îdeaya nûnertiyê de be hewce ye ku xwedî seknekî be. Ev nirxên ku em li ser hunerê dikin bi gelek bedelên giran hatine bidestxistin. Ku em nikaribin vê çandê biparêzin ji aliyê wijdan ve jî kêmasiyên me hene. Divê hunermend xwedî li vê çandê derkevin, ne ku xwe li ser destkeftiyan bidin jiyandin.”

‘Divê hunermend xwe xurtir bikin’

Her wiha Perwer da zanîn ku li Tirkiyeyê tehemula dewletê ji ziman û çanda kurdî nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk bi êrîş û astengiyan dixwaze hunera kurdî têk bibe. Li cihekî wek kolana Îstîklalê ya Stenbolê ku bi hezaran kes dimeşin û êdî bûye kolaneke kozmopolîtîk , ciwanên kurd jî dixwazin cih bigirin. Tehemula dewletê ji vê re tune ye. Lê hewce ye mirov vî tiştê jî bifikire dewlet çima ewqas bi hêsanî dikare muzîka kurdî asteng bike. Ev jî heye, heke mirov xwedî seknekî xurt be wê demê êrîşên dijmin jî vala derdikevin. Hevalên ku li kolanan cih digirin hewce ye bi hevaltî li hev binêrin ne ku bi hev re bikevin reqabetê. Li bakurê Kurdistanê muzîka kurdî di cafeyan de hatiye asêkirin. Hewce ye ku kesên bi hunerê re eleqeder dibin xwe xurtir bikin.”