spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend Urmiye: Rêber Apo rêberekî cîhanî ye

Hunermend Kawa Urmiye diyar kir ku Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe sînorê Kurdistanê derbas kiriye û bûye rêberekî gerdûnî û got: “Ciwanên ewrûpî eleqeyek mezin nîşanî pirtûkên Rêber Apo didin. Ji ber ku xwe di fikr û felseyefeya Rêber Apo de dibînin.”

Dostên kurdan di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Hamle bi xebat û çalakiyên cuda didomin. Di çarçoveya hamleyê de li 160 navendan pirtûkên Ocalan hatin xwendin. Di “Rojên xwendinê” de gelek beşên civakê û pêşengên civakê tev li xwendin û niqaşan bûn. Têkildarî xebatên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hunermend Kawa Urmiye çavdêrî û xebatên xwe bi rojnameya me re parve kir.

‘Azadiya xwe di azadiya  Rêber Apo de dibînin’

Hunermend Kawa Urmiye anî ziman ku xebatên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi konferans, semînerên girseyî berdewam dikin û wiha got: “Pêşengtiya wê mirovên navdar ên cîhanî ku di navde ji nivîskar, rewşenbîr, aktîvîst, akademîsyen û enternasyonalîst hene dikin. Ev kes bala cîhanê dikişînin ser xwe. Ev kesên pêşeng, bawer dikin ku Rêber Apo ji Kurdistanê derketiye û êdî bûye rêberekî gerdûnî. Mirovên wateya azadiyê baş fêm dikin, mirovên ku dixwxazin hemû mirov li ser sifreya mirovahiyê bên cem hev, hemû bi afîneriya Rêber Apo tev digerin. Ev kesana, azadiya xwe di azadiya kurdistanê de dibînin.”

‘Bi hezaran enternasyonalîst berê xwe didin Rêber Apo’

Hunermend Kawa Urmiye, da zanîn ku îro şahidin ku bi hezaran mirovên enternasyonalîst berê xwe didin vê tevgerê û wiha axivî: “Gelek kesan ji bo azadiya Rêber Apo canê xwe feda kirine. Di sedsala 21’an de gelê kurd xwedî rêberekî mîna Rêber Apo ye. Ev cihê şanaziyê ye. Rêber Apo bi zanîn û sekna xwe bûye rêberekî gerdûnî/Cîhanî. Ev cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Xebatên ji bo azadiya Rêber Apo ji berê bêtir û zêdetir di rojevê de nin. Kesayetên navdar ji bo azadiya Rêber Apo di nava hewldanên bêhempa de ne. Berhemên vê hewldana ji bo azadiya Rêber Apo, dê gelek mezin û zêde bin. Gelê kurd û cîhanê dê di demek kurt de bibe şahidê vê azadî û bedewiyê. Dagirkerê kurdistanê êdî li ber çavê hemû cîhanê pir lawaz û bê qimet bune.”

‘Xwendevan û ciwan li Rêber Apo xwedî derdikevin’

Hunermend Urmiye, destnîşan kir ku hêzên hegoman ên ku Tirkiye bikar tînin dixwazin firsendekê bi dest bixin û wiha lê zêde kir: “Ez bawer dikim ku mirovên pêşverû yên li ser fikr û baweriya Rêber Apo ji bo cîhanek aram tev digerin, dê azadiya Rêber Apo ji bo hemû cîhanê bikin mizgînî.  Hewildanên xwedîderketina azadiya Rêbre Apo bandorek mezin çêkiriye. Bêtir mirovên xwendevan û ciwan li vê pêngavê xwedî derdikevin. Ev kes bi ruyê ênternasyonalîst tev digerin. Li derve jî di nava xebatên bêhempa de ne ji bo azadiya Rêber Apo. Bi giştî xebatên gelek pîroz û hêja hene. Mizgîniya azadiya Rêber Apo dê li hemû cîhanê belav bibe û bibe ronahî.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye’

Kawa Urmiye, bibîr xist ku wekî hunermendekî dikare bibêje ku di serdemek wiha de azadiya Rêber Apo gelek muhîmn e û wiha pêde çû: “Azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovên azadîxwaz e. Azadiya hemû kesên ji bo mirovahiyê têdikoşe ye.  Rêber Apo ji bo sedsala 21’emîn, ji bo mirovahiya pêşverû, rêberekî gerdûnî û cîhanî ye. Hemû mirovên rewşenbir, nivîskar, akademîsyen û pêşeng azadiya rêber Apo dixwazin. Ji ber ku azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin.”

‘Mirovên zana bi şev û roj ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin’

Hunermend Kawa Urmiye bilêv kir ku eger mirov azadiya xwe di tevgerekê de bibîne, bêguman mirov dizane ku mîmarê wê tevgerê ew qas rasteqîn e û wiha berdewam kir: “Tevgera Rêber Apo tevgereke mirovahî ye. Her mirovê ku xwe di nava vê tevgerê de dibîne, daxwaza vê tevgerê dike. Ji ber vê yekê jî Azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovên pêşverû ye. Mirovên zana jî ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Em vê yekê dibînin ku ev mirov bi şev û roj li welatên ewropa û cîhanê li gelek qadê ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Azadiya Rêber Apo aramiya Rojhilata navîn e. Her kes pê hisiya ku pergalên desthilatdar tenê ji bo xwe dixebitin. Tiştekî bi gelan re parve bikin mixabin tune ye. Rêber Apo hêviyên azadiyê xurt dike. Azadiya wî kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan e.”

‘Rêber Apo qedrekî mezin da hunerê û hunermendan’

Kawa Urmiye li ser nêzîkatiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li hemberî huner û hunermendan jî rawestiya û wiha got: “Beriya tevgera azadiyê hêzên serdest hunermend pir biçûk xistibûn. Kiribûn lîstokên dîwanên xwe. Tu qedr û qîmeta hunermendan tune bû. Di nava gel û civakê de bi hurmetî nedihatin pêşwazîkirin. Piştî tevgera azadiya Kurdîstanê li Ewropa Huner-Kom derket û xwe wekî Koma Berxwedan berdewam kir. Piştî wê gund bi gund û bajar bi bajar li her çar parçeyên Kurdistanê qedr û qîmetên hunermendan zêde bû. Di nava gel de bi hezkirin hatin pêşwazîkirin û qedrekî bilind dîtin. Em îro dibînin ku hunermendên bi rastî di xizmeta hunerê û gelê xwe de ne. Yên ku êş û janên gelê xwe dibînin û di nava gel de ne, di nava gel de qedr û qîmetek mezin dibînin. Îro gelek kes derdikevin radihêjim mîkrofonekê û stranekê dibêjin. Bi zimanê serdestan distrên û li dû keyfa xwe ne. Em qala wan nakin. Em qala qîmetdayîna hunerê di nava tevgera azadiya Kurdistanê ku çiqas bandokek mezin çêkirine dikin. Wekî Şehîd Mizgîn, Şehîd Sefkan, Şehîd Hozan Serhat, Şehîd çiya. Vana pêşengên hunerê bûn. Ji bo hunera kurdî bi giranbuha bi qabîlîyetek mezin di nava gelê kurd de bê pêşwazîkirin bûn sembol û nirxên herî giranbûha. Di vê rêya pîroz de canê xwe feda kirin. Hunera kurdî bê guman di nava 45 salên tevgerê de bi qedrekî gelek mezin tê pêşwazîkirin. Afirîneriya wê gelek cûda ye. Gelek tê hezkirin. Hunermendên şoreşê gelek cuda ne. Em hemû hunermendên bi ruhê neteweyî tev digerin ji dil û can silav dikin. Em dixwazin xebatên hunerê xizmeta neteweya xwe bikin.”

‘Em ê bibin deng û rengê civakê’

Kawa Urmiye, li ser xebatên xwe jî agahi dan û ev tişt gotin: “Wekî hunermendekî kurd 23 sal in li Ewropa  me. Beriya wê jî ji bo azadiya Rêber Apo ez her dem û her gav di nava gel de bûm. Hem bi pêşkêşvaniyê û hem bi hunera xwe her dem ji bo azadiya Rêber Apo û parastina nirxên neteweyî ketin nava hewldanan. Ji niha û şûnde jî ez ê di nava hewldanan de bim. Yê ku qîmet da huner û munermendên kurd û yê ku huner û hunermendên kurd derxist astekê bêguman Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê ji bo em vî deynê xwe raber Rêber Apo bikin, em mecbûr in ku heta dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya hemû dîlên li çar parçeyên Kurdistanê  têbikoşin. Em mecbûr in bibin deng û rengê wan. Qîmeta tevgera azadiyê û felfeseya Rêber Apo da hunermendên kurd, di dîroka gelê kurd de cara yekemîn e. Ji ber vê yekê ji bo avakirin û çêkirinê çi ji destê me bê em ê bikin. Ji niha û şûnde bi ruhê têkoşînê û hunera kurdî tişta ji destê me bê emê diyarî gelê xwe bikin. Em hêvîdarin em ê layiqî Rêber Apo bin. Ez ê hunera xwe ji bo azadiya gelê xwe, azadiya rêbertiya xwe, ji bo parastina nirxên neteweya xwe, ji bo xemilandina dewlemendiya nirxên sererd û binerdê welatê xwe emê hunera xwe diyarî gelê xwe bikin.”

‘Ciwan eleqeyek mezin nîşanî pirtûkên Rêber Apo didin’

Hunermend Kawa Urmiye herî dawî bal kişand ser “Rojên xwendinê” ên pirtûkên Ocalan û wiha bi dawî kir: “Pirtûkên Rêber Apo li 160 navendan hatin xwendin. Herî zêde beşa ciwanan eleqe nîşanî xwendinê dan. Li bajarê Silêmaniyê ku wekî bajarê rewşenbiriyê ye gelek bi germahî hat pêşwazîkirin. Dîsa li welatê biyanî li Ewropayê jî pirtûkên Rêber Apo gelek bi germahî hat pêşwazîkirin. Bi taybetî ciwan piştî xwendina pirtûkên Rêber Apo digêjin encameke gelek baş. Ev betir ruhê wan bi erdnîgariya Kurdistanê ve girê dide. Gelek ciwanên enternasyonalîst, piştî xwendina pirtûkên Rêber Apo, em wan li Çiyayê Kurdistanê dibînin. Di demek kurt de fêrî zimanê kurdî dibin. Diyar dikin ku bandora xwendina pirtûkên rêbertiyê bû sedem ku fêrî zimanê kurdî bibin. Ev tiştekî gelek pîroz e. Em dibînin ku li derveyî welat bandora pirtûkên rêbertî li ser ciwanan gelek zêde ye. Bi taybetî eleqeya ciwanên ewropî pir zêde ye. Em vê yekê dibînin. Ez bi xwe jî bûm şahidê vê yekê. Di mihrîcanên ku welat bi welat tên çêkirin de em dibînin ku gelek ciwan daxwaza pirtûkên rêbertiyê dikin. Xwe di pirtûkên Ocalan de dibînin. Dizanin ku kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan e. Em serkeftinê ji hemû kedkarên çapemeniya azad ku li pey rastiyê ne re dixwazin.”