17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG: 168 rojnameger hatin darizandin û 37 kes hatin binçavkirin

 MKG'ê rapora binpêkirina mafê rojnamegerên jin a sala 2023'yan parve kir. MKG’ê diyar kir ku di nava salekê de 168 rojnameger hatin darizandin û 37 rojnameger hatin binçavkirin û got “Em baweriya xwe ya di rêya rojnamegeriyeke bi rûmet de ya bi îradeya rojnamegerên mîna Gurbeteli Ersoz didomînin."

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a sala 2023’yan li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Stenbolê bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir. Rojnamegeran li eywanê wêneyên rojnamegerên girtî û bankarta “Çapemeniya azad bêdeng namîne” daliqandin. Gelek rojnameger tevlî daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê Eyşan Arici û tirkiya wê jî endama MKG’ê Saliha Aras xwend.

‘Jinên rojnameger li qadan bûn û çong danenîn’

Endama MKG’ê Dîren Yurtsever beriya daxuyaniyê axivî û got:”Me sala 2023’yan li dû xwe hişt. Ev sal ji jinên rojnameger bi darizandin, girtin, zextan, mobîngê derbas bû. Sopeyê darazê li ser rojnamegeran wekî alavekê hat bikaranîn. Dema em li atmosfera girştî ya Tirkiyeyê ya heyî binêrin diyar e wê sala 2024’an jî wiha derbas bibe. Lê belê jinên rojnameger li qadan bûn dengê xwe bilind kirin û çong danenîn. Em wekî jinên rojnameger tevî hemû zextan soza têkoşîna rojnamegeriyeke bi rûmet didin.”

Piştre Eyşan Arici daxuyanî xwend û bal kişand ser binpêkirina mafên jinên rojnameger a sala 2023’yan.

Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:

“Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a sala 2023’yan û mehên cotmeh-mijdar û kanûnê

Di saleke dawî ya me li dû xwe hişt de li Kurdistan û Tirkiyeyê dîsa zext li jinên rojnameger hatin kirin û hatin astengkirin. Lê belê di 28’emîn maddeya zagonê de tê gotin; “Çapemenî azad e, nikare bê sansurkirin. Avakirina çapxaneyê bêyî destûr û temînata malî dikare bê vekirin. Nikare bi van şertan bên girêdan. Dewlet tedbîrên ji bo azadiya girtina nûçeyan û çapemeniyê divê bigire.” Çêkirina nûçeyan a bi zagonan dikeve binê ewlehiyê, belavkirin, parvekirin û weşandina nûçeyan, girtina agahiyan, azadiya fikir û raman di saleke dawî de bi bîlançoyên giran hatin binpêkirin. Bi taybet piştî hilbijartinên Gulana 2023’yan îktidara di bin navê dewamkirina “bekaya” xwe de rojnameger kir hedef. Jinên rojnameger hatin girtin, hatin darizandin, tundî li wan hat kirin, ji karê xwe hatin kirin û bi astengiyên curbecur rû bi rû man.

Yek ji binpêkirinên li Kurdistan û Tirkiyeyê jinên rojnameger pê rû bi rû man yek jê zexta daraza ku wekî “şivekê” hat bikaranîn bû. Di nava salekê de bi dehan jinên rojnameger hatin darizandin, doz derbarê wan de vebûn, hatin binçavkirin, hatin girtin, ceza li wan hatin birîn. Îktidarê di 3’yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê de jî bi operasyona pêk anî tevî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu du rojnameger kir bin çavan û piştre girt. Dîsa berî hilbijartinan 5 rojnameger kir bin çavan û piştre girt.

Dîsa li kolanan jî jinên rojnameger dema nûçe dişopandin bi tundiya polîsan û zexta polîsan rûbirû man. Jinên rojnameger ên li kolanan têkoşîna heqîqetê didan bi tundî û destdirêjiya polîs û leşkeran rû bi rû man. Yek ji van mînakana ev e; Nûçegîhana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn dema di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Şirnexê nûçe dişopand dîsa bi tundiya polîsan rûbirû ma. Polîsan li Rozerînê dan tiliya wê derizandin û şûna lêdanê di canê wê de xuya kir.

Dîsa dema nûçegîhana JINNEWS’ê Elfazî Toral li Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dişopand bi îşkenceyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Tevî pirsgirêkên tendirustiyê yên Elfazî jî polîsan destên wê kelepçe kirin û humik li dilê wê dan. Di canê Elfazî de şûna derbên giran çêbûn. Elfazî bi saetan bi kelepçeyê di bin çavan de hat hiştin û tundiya hem fîzîkî hem jî derûnî lê hat kirin. Çêkirina nûçeyan a Elfazî hat astengkirin.

Dîsa ji ber polîtîkayên xizanhiştinê yên îktidarê jinên rojnameger jî ji qeyrana aboriyê bi bandor bûn. Bi hinceta qeyrana aboriyê jinên rojnameger ji kar hatin derxistin. Di sala 2023’yan de ji 10’an zêdetir jinên rojnameger ji kar hatin derxistin. Her wiha ji ber mobbingê îstifa li ser jinên rojnameger hat ferzkirin. Dîsa jinên rojnameger ji ber bernameyên çêkirin li ser medyaya dîjîtal bûn hedef.

Îktidara siyasî ya heyî di serdema îktidara xwe ya 21 salan de zextên xwe dewam kir. Bi taybet di 10 salên dawî de welat ji aliyê rejîma  istibdatê tê birêvebirin. Ji bo “bekaya” xwe di serî de rojnameger hemû civakê û muxalefetê hewl dide biçewisîne. Mafê çêkirina rojnamegerên ên heqîqetê derdixin holê tê astengkirin. Îktidar dixwaze civakê bê nûçe bihêle. Lê belê em dizanin ku dema rojnameger bê deng bên hiştin wê demê civak bêdeng tê hiştin. Her wiha em dizanin dema rojnameger bê hilm bên hiştin wê civak bê hilm bê hiştin. Ji bo civak bê nûçe nemîne ji bo heqîqet derkeve holê me wekî jinên rojnameger di sala 2023’yan de jî gav paşde neavêt. Me ji bo hempîşeyên xwe azadî xwest. Me wekî jinên rojnameger li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê rastî derxist holê. Jinên rojnameger rojnamegeriya navenda wê jin e domandin. Li dijî zimanê zayendperest û yekperest sekinîn û hîn jî disekinin. Tevî me salek zextên wê zêde bûn li dû xwe hişt em baweriya xwe ya di rêya rojnamegeriyeke bi rûmet de ya bi îradeya rojnamegerên mîna Gurbeteli Ersoz didomînin. Em baweriya xwe ya ji bo biserketina di rêya Têkoşîna Heqîqetê de nû dikin.

Cotmeh-Mijdar-Kanûn

Di mehên cotmeh-mijdar û kanûnê yên sala 2023’yan de jî 72 jinên rojnameger hatin darizandin, 11 jinên rojnameger hatin binçavkirin, 5 jinên rojnameger di dema şopandina nûçeyan de bi tundiya polîsan rû bi rû hatin hiştin, derbarê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, derbarê 4 rojnamegerekê de doz hat vekirin, 5 jinên rojnameger îfade dan, 3 jinên rojnameger hatin girtin, ji rojnamegerekê cezayê pere li du rojnamegeran cezayê girtîgehê hat birîn. Bi tevahî li 3 rojnamegeran ceza hat birîn,kameraya jineke rojnameger di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve hat şikandin, jinek rojnameger ji kar hat derxistin, rojnamegerên ku nûçe dişopandin çar caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, li qenaleke tv’yê cezayê pereyan hat birîn û her wiha cezayê girtinê 5 caran lê hat birîn.

Daneyên binpêkirina mafên jinên rojnameger ên sala 2023’yan:

*Hejmara rojnamegerên tên darizandin:  168

*Hejmara rojnamegerên ji ber faliyetên wan ên pîşeyî derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 32

*Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin : 13

*Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin: 37

*Hejmara rojnamegerên di bin çavan de tundiya polîsan lê hatine kirin û muameleya ne baş li wan hatiye kirin: 33

*Hejmara rojnamegerên di nava salê de hatine girtin: 5

*Hejmara rojnamegerên di nava salê de hatine darizandin û ceza li wan hatiye birîn: 8

*Hejmara rojnamegerên ji bo îfadeyê gazî wan hatine kirin:  11

*Hejmara rojnamegerên ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî li ser medyaya dîjîtal bûne hedef: 2

*Hejmara rojnamegerên dema pîşeya xwe îcra dikir gef lê hatiye xwarin: 2

*Hejmara rojnamegerên ji ber pîşeya xwe dikir derbarê wan de gilî hat kirin: 1

*Rojnamegerên di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin: 10

*Rojnamegerên ji kar hatin derxistin: 9

*Hejmara rojnamegerên ji ber mobbingê îstifa kirine:  1

*Hejmara rojnamegerên jin ên girtî: 11

Lîsteya jinên rojnameger ên girtî:

*Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê

*Dicle Muftuoglu – Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Dîcle Firatê (DFG)

*Dilan Oynaş – Xebatkara Azadiya Welat

*Dilşah Kocakaya – Rojnameger

*Hatice Duman –  Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim

*Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê

*Ozlem Seyhan – Rojnameger

*Sibel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat

*Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabah

*Nazlî Ilicak

KOMELEYA ROJNAMEGERÊN JIN A MEZOPOTAMYAYÊ (MKG)”