26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendan gotina Barzanî bi bîra wî xistin

Komek hunermend, bi armanca geşedanên li başûrê Kurdistanê bişopînin û rê li pêş şerê navxweşî bigirin, hefteya borî li başûr bi gelek sazî û partiyan re hevditin kirin.

Piştî ku PDK, tevî Tirkiyeyê tevli operasyona derveyî sînor bû, raya giştî ya kurdan bertekek mezin nîşan da. Înîsyatîfa Yekîtiya Hunermendên Kurdistanî di bernameya xwe de bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, Wezareta Pêşmergeyan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê re pêk anîbû. Hunermend Beser Şahîn ku di nav înîsyatîfê de cih digire, armanca serdana înîsyatîfê û hevdîtinên kirine ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îdrîs Sayilgan re nirxandin kir.

Şahîn, diyar kir ku li Kurdistana Federe rewşeke talûke heye û ew hunermend, rewşenbîr û nivîskar li dijî vê tevgeriyane. Şahîn, anî ziman ku li Hewlêrê ewilî bi Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl re hevdîtin kirine û di hevdîtinê de fikar û daxwazên xwe bilêv kirin û hevdîtina wan baş derbas bûye. Şahîn, destnîşan kir ku di sedsala 21’ê de îhtimala şerekî navxweyî yê kurdan nayê qebûlkirin.

Bi saziyên çapemeniyê re jî hevdîtin kirin

Şahîn, diyar kir ku hevdîtin bi saziyên çapemeniyê re jî kirine û di hevdîtinê ji saziyên çapemeniyê xwestine hay ji zimanê xwe hebin û divê ne zimanekî cihêkar û berberîbûnê, zimanekî li ser asasê aşitî û yekîtiyê bê bikaranîn.

Şahîn, anî ziman ku hevdîtina wan a bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re jî baş derbas bûye û di hevdîtinê de fikar û daxwazên xwe yên derbarê pêvajoyê de bilêv kirine û wiha got: “Me ji Birêz Barzanî re got, ew xwedî tecrûbeyeke mezin e, lewma di vir de berpirsiyariya mezin dikeve ser milê wî. Me jê xwestin wekî rêberekî kurdan nêzî meseleyan bibe û li ser çareseriyê hûr bibe. Em di dema operasyona Zapê di sala 2008’an de jî hatibûn û me hevdîtin bi Birêz Barzanî re kiribû. Birêz Barzanî wê çaxê soza dabû me û gotibû, ‘Dê careke din birakujî çênebe. Ez ê nehêlim.’ Me ev gotina wî bibîra wî xist. Birêz Barzanî jî got, ‘Ez li pişt gotina xwe me, lê divê hemû alî hesas tevbigerin.”

‘Hatina me bandor li gel kir’

Şahîn, destnîşan kir ku li herêmê hem rêxistinên civaka sivîl hem jî gel wan pir baş pêşwazî kirine û got: “Hatina me bandorek mezin li gel kir. Li ser medyaya civakî jî wisa bû. Gel qethiyen vê rewşê naxwaze. Înîsyatîfên sivîl jî vê yekê naxwazin.”

Şahîn, anî ziman ku kurd bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne û tiştên dixwazin perçeyeke planên NATO, DYA, Tirkiye û welatên emperyalîst in û lewma divê hemû kurd û rêxitinên kurdan vê planê pûç bikin.

Beser Şahîn, destnîşan kir ku divê kurd li hemberî talûkeyên mihtemel tevbigerin û got: “Li Rojhilata Navîn, Kurdistan bûye navenda lîstikên pir qirêj. Di salên dawî de rûxandineke mezin çêbû. Tenê ne tiliya Tirkiyeyê, tiliya gelek hêzên emperyalîst tê de heye. Lewma divê kurd vê yekê baş bixwînin. Kurd, ji bo ji heq vê rewşê derkevin divê siyaseteke li gor aqilê serdemê hilberînin, bibi tifaq. Destkeftî dê bi vî awayî bên parastin û talûke dê bi vî awayî bên berterefkirin.”