27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Idlibê jî nema qîma xwe bi TL’ya Tirkiyeyê tîne

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê şirketa girêdayî Heyet Tehrîr El Şam ku li Idlibê petrolê difiroşe êdî pereyê Tirkiyeyê qebûl nake. Li gorî çavkaniyê şirketa Weted ji xwediyê ofîsên firotina sotemeniyê xwestiye ku panoyên xwe yên bihayê petrolê li gorî dolaran sererast bikin.

Li gorî heman çavkaniyê ji ber ku pereyên tirk li hemberî dolar roj bi roj nirxên xwe winda dikin lewre ew şirketa petrolê jî êdî petrola xwe li ser dolar difiroşe.

Li gorî vê yekê êdî bihayê madeyên sotemeniyê li Idlibê wiha bûye :

Benzîna ji derve tê: 0,86 dolar

Mazota baş: 0, 812 dolar

Cerê gazê: 12 dolar

Tê gotin ku zêdebûna bihayê sotemeniyê di nava xelkên herêmê de rastî nerazîbûnên zêde tê, ji ber zivistanê piraniya xelkê bi sobeyên mazotê xwe germ dikin.