21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Li dijî penaberê sûriyeyî êrîşa bi hestên nîjadperestî

ÎHD’ê bal kişand ser êrîşa li Îzmîrê li dijî penaberan hatiye kirin û wiha got: “Êrîş, bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin. Vê bûyerê eleqeya xwe bi gotinên nefretê yên di dema hilbijartinê de re heye.”

Di 1’ê tebaxê de li kargeheke li navçeya Konak a Îzmîrê de kesê bi navê M.Ş.Ç. êrîşî penaberê sûriyeyî Yasîr Muhammed Elatî kir û qetil kir. Di heman êrîşê de Huseyîn Deheymîş jî bi giranî birîndar bû. Komîsyona Penaberan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî êrîşê li avahiya komeleyê daxuyanî da.

Malbatên sûriyeyî, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û rêveberên Komeleya Medyaya Penaberan tev li daxuyaniyê bûn.

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Bariş Işik di daxuyaniyê de axivî û got ku tedawiya Huseyîn Deheymîş a li nexweşxaneyê didome û têkildarî bûyerê ev agahî parve kir: “Kujerê ku li heman kargehê dixebitî, piştî firavînê bang li Yasîr û Huseyîn kiriye ku biçin odeyê. Di navbera wan de tu nîqaş çênebûne lê hem Yasîr û hem jî Huseyîn kêr kir. Biraziyê kujer û xebatkarên din jî bûne şahidên êriîşê. Li gorî îfadeyên şahidên bûyerê; êrîşkarê bi navê M.Ş.Ç. dîmenên kameraya ewlekariyê yên kargehê jê birîne, li motora xwe siwar bûye û ji cihê bûyerê çûye. Her wiha li gorî îfadeyên şahidan; kujer M.Ş.Ç. 2,3 meh beriya bûyerê gotiye; ‘Ez bi sûriyeyiyan re me. Ez û sûriyeyî çawa heman mûçeyî digirin. Ji ber sûriyeyiyan em nikarin êdî bo xwe kar jî peyda bikin.’”

Êrîşa nîjadperestî

Bi domdarî Işik anî ziman ku êriş bi plankirî û bi hestên cinawerî hatiye kirin û wiha bi dawî kir: “Bûyera behsa xeberê, bi qasî tê xwestin di raya giştî de nebû rojev. Ev êriş bi awayekî eşkere bi hestên nîjadperestî hatiye kirin. Bi pêvajoya hilbijartinê re dijbertiya li dijî penaberan zêde bû û vê bûyerê eleqeya xwe bi vê heye. Penaber, ji şer, xizanî û gefên li ser jiyana wan reviyane û ji bo bikarin bijîn neçar man bên van deveran. Divê siyasetmedar dev ji gotinên nîjadperest û nefretê berdin. Divê beriya her tiştî polîtîkaya koç û penabertiyê bê guherandin. Em dixwazin ku têkildarî vê bûyerê lêpirsîneke bibandor bê meşandin û pêvajoya darizandinê dest pê bike.”

Malbatên sûriyeyî jî xwestin ku bûyer bê ronîkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.