spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KESK: Bûdçeyê ne ji bo şer, ji bo karkeran veqetînin

KESK’ê ji bo protestokirina teklîfa zemê ya disthilatiyê ya di hevdîtinên TÎS’ê de, li seranserî welêt çalakiya karberdanê li dar xist. Kedkaran got; “Em ê serî li ber heqdestê xizantiyê netewînin. Bûdçeyê ne ji bo şer, ji bo karkeran veqetînin.”

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî teklîfa zêdekirina mûçeyan a desthilatiyê ku dibêje di 6 mehên ewil ên sala 2024’an de dê ji sedî 14 û di şeş mehên din de ji sedî 9 û di sala 2025’an de jî ji bo 6 mehên ewil ji sedî 6 û ji sedî 5 zem were kirin, li seranserî welêt çalakiya karberdanê li dar xist. Di çalakiyan de kedkaran bertek nîşanî hikûmetê dan.

Endamên Platforma Şaxan a KESK’a Enqereyê li Qada Sakaryayê hatin ba hev. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li dijî teklîfa ewilî ya hikûmetê ku me tune dihesibîne, me jî hişyariya xwe ya ewil kir. Ev teklîf, şertên hejariyê li me ferz dike. Henekên xwe bi me tevan dikin. Ev hêj destpêk e, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo heqdesteke ku karmend bikarin jiyaneke mirovane pê bijîn, banga me ji bo hemû kedkarên cemaweriyê ye. Hedefa Banka Navendî ya enflasyona sala 2024’an ji sedî 33 û ya sala 2025’an jî ji sedî 15 e. Lê pêşniyara wan di bin vê de ma.”

Endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çapemenî Ragihandin û Postayê (Haber Sen) ya Amedê jî li pêşiya Navenda Kirariya Postayê (PÎM) ya li ser rêya Rihayê hatin ba hev û bertek nîşan dan. Kedkaran got ku ew jiyaneke mirovane dixwazin.

Platforma Şaxan a KESK’a Amedê jî li Qada Deriyê Çiyê civiya. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, ode û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren û Adalet Kaya jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bûdçeyê ne ji bo şer, ji bo kedkaran veqetînin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Zem, zilm, îşkence vaye AKP” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Mafê TÎS’ê yê bigrev, ji bo jiyana xebatê ya demokratîk têkoşîna me didome dê bidome” hate vekirin.

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Rê, Avahî, Binesazî, Avadanî û Tapu Kadastroyê (Yapi-Yol Sen) ê Amedê Siraç Çelîk axivî û got ku dê têkoşîna wan bidome. Piştre jî Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Orak Ok daxuyanî xwend û wiha got: “Ev hêj destpêk e dê têkoşîna me bidome. Serkeftin dê ya têkoşeran be.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bûdçeyê ne ji bo şer, ji bo kedkaran veqetîne” bi dawî bû.

Di heman demê de li bajarên weke Mêrsîn, Antalya, Edene, Mêrdîn, Riha, Semsûr û Stenbolê jî daxuyanî hatin dayîn û kedkaran bertek nîşan dan.