spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan

Rojnameger Nazila Maroofian ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû cara sêyemîn hatibû girtin, hat berdan.

Rojnameger Nazila Maroofian bi bavê Jîna Emînî ya ku ji hêla rejîmê ve li Tehranê hatibû qetilkirin re hevpyevîn kiribû û di 14’ê tebaxê de cara sêyemîn hatibû girtin. Maroofian îro hat berdan. Maroofian, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev da zanîn ku hatiye berdan. Di peyama xwe de Maroofîan wiha got:  “Gelo hûn ji ber wêneyê piştî berdana xwe parve kirî poşmanin yan na? Gelo hûn qebûl dikin ku we xeletî kiriye?

– Na, min tiştekî xelet nekir.”

Çi bûbû?

Rojnameger Maroofian ji ber hevpeyvîna bi bavê Emînî, Amjad Emînî re hatibû girtin û di 9’ê çileyê de bi kefaletê hatibû berdan. Hêj danişîna dozê nehatibû kirin ku du sal cezayê hefsê li Maroofian hatibû birîn.  Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, rojnameger Maroofian a 23 salî bi îdiayên “Propagandaya li dijî rejîmê” û “Raya giştî sor kir û nûçeyên derew parve kir” darizandibû. Ji bo îfadeyê li Dozgeriya Evînê bide, di 9’ê tîrmehê de bang li Maroofian hatibû kirin û cara duyemîn li Tehranê hatibû girtin û di 13’ê tebaxê de hatibû berdan. Lê di 14’ê tebaxê de dîsa hatibû girtin.