10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sevda Karaca: îşkence li Gultan Kişanak hatiye kirin

Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca li girtîgehê bi siyasetmedar Gultan Kişanak re hevdîtin kir û wiha got: “Piştî merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe, li cihekî mîna depoyê hate ragirtin û îşkence lê hatiye kirin.” 

Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin, di 9’ê tebaxê de tev li merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozer a li Xarpêtê bûbû. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca da zanîn ku hem di dema çûna Xarpêtê de û hem jî di vegera girtîgehê de Kişanak rastî sepanên îşkenceyê hatiye.

Karaca, diyar kir ku li girtîgehê çûye serdana Kişanak û wê jî tiştên bi serê wê hatin jê re vegotine. Karaca, bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Divê hûn tavilê têkildarî vê mijarê lêpirsînê bidin destpêkirin û daxuyaniyê bidin.” Karaca ku duh çû serdana Girtîgeha Kandirayê, bi Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û Nûrhayat Altûn re hevdîtin kir. Karaca, destnîşan kir ku di serdanê de hîn bû bê ka Kişanak çi jiyaye û li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Hêj xwişka wê nû hatibû definkirin ku bi lez û bez ji wir anîn. Wisa difikirî ku dê li Balafirgeha Xarpêtê li balafirê bê siwarkirin, ji wir derbasî Stenbolê û piştre biçe Kandirayê. Lê bêyî agahiya wê jê hebe, derbasî Girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin. Dema sedema wê pirsî jî ev bersiv hatiye dayîn; ‘Ji bo cenazeyê 4 saet dabûn we, dem tije bû lewma em we dibin girtîgehê.’

Li cihekî mîna depoyê hate sekinandin

Ne dermanên wê û ne jî tiştên ji bo şevê pêwîst li cem wê hebûn. Çawa tev li merasîma cenazeyê bibe, bi heman awayî anîne girtîgehê. Ji bo ku li Girtîgeha Xarpêtê li cem hevalên xwe bimîne serlêdan kir lê wê şevê bi darê zorê li cihekî mîna depoyê û pir qirêjî hatiye sekinandin.

Serê sibehê jî xwest bi rayedarekî re hevdîtinê bike lê bi saetan bersiv nehatiye dayîn. Ji midûrê nobeder re gotiye; ‘Ma hûn mirovan direvînin, we nehişt ez agahiyê bidim malbata xwe û anîm vê derê. Ez ê mafê xwe yê telefonê bi kar bînim. Dixwazim bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikim.’ Midûrê nobedar jî jê re gotiye; ‘berpirsyar ne em lê cendirmeyên hûn anîne vê derê ne. Jixwe dê bîsteke din bên.’ Dema Kişanak zêde israr kirî jî li ser telefonê agahî dane malbata wê ku li Girtîgeha Xarpêtê dimîne.

Miameleya hikûmxwaran

Parêzerên wê, piştî agahdarkirina malbata wê hatin girtîgehê. Lê bi hinceta ‘Kişanak hikûmxwar e, hikûmxar nikare di navbera nîvroyê de serdanan qebûl bike’ saetek û nîvan li wir hatin sekinandin. Lê Kişanak hikûmxwar nîne. Ev tam 7 sal in bi awayekî deredaletî, derhiqûqî û neheq bi girtî tê darizandin.

Ezyeta 7 saetan

Dîsa dema digot qey dê biçe Balafirgeha Xarpêtê, bi wesîleya poşetekî xwarinê yê dane destê wê hîn dibe ku dibin Sêwasê. Sedema wê ya birina Sêwasê jî weke ‘balafir nehatiye peydakirin’ hatiye nîşandan. Rêwîtiya ku mesrefên wê beriya çûnê li îdareyê tên razandin, heke gotin di cih de be veguheriye îşkenceyê. Heta Sêwasê 7 saetan di wesayîta rîngê de hate sekinandin û bi şev saet derdora 03.00’an de gihişt Girtîgeha Kandirayê.”

Bang li wezaretê kir

Karaca, diyar kir ku divê ev muameleya hovane li tu girtiyan neyê kirin û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Îcar îşkenceyeke wiha ya li dijî girtiyeka şîna wê heye, ya li dijî siyasetmedareka hatiye hilbijartin, tiştekî derînsanî û derhiqûqî ye. Divê Wezareta Dadê tavilê derheqê van kesên li dijî êşa Gultan Xanimê bêrêzî kirin, yên li ser tenduristiya wê xetere çêkirin û yên malbata wê tirsandîn de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsyar bên eşkerekirin. Divê Wezareta Dadê di vê mijarê de daxuyaniyê bide.”