27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li paytexta lîbyayê di şerê komên çekdar de 27 kes hatin kuştin

Li paytexta Lîbya Trablûsê, di şerê navbera du komên çekdar de herî kêm 27 kes mirin, zêdeyî 100 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya ‘demkî’ ya ku ji aliyê Navenda Tipa Lezgîn li ser Facebookê parve kir, du komên çekdar ên girîng ên li rojavayê Lîbyayê ‘Tûgaya 444’an’ û ‘Hêza El Raada’ bi hev ketin. Hate ragihandin ku di encama vî şerî de 27 kes mirin, 106 kes jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyê diyar kir ku alîkarî bi 234 malbatan hatiye kirin û ew ji qada şer hatine derxistin. Her wiha hate ragihandin ku bi dehan doktor û hemşîreyên biyanî yên li herêmê asê mabûn hatin derxistin.

Şer roja Duşemê piştî ku fermandarê Tûgaya 444’an Mahmûd Hamza ji aliyê Hêzên El Radaa ve hate girtin, destpê kir. Li ser girtinê ti hincet nehatibû nîşandan.