3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû çap kirin

Weşanxaneya Aramê 4 jê bi kurdî û 4 jî bi tirkî bi giştî 8 pirtûkên nû çap kirin û gihandin ber destê xwendevan û şopînerên xwe

Ji Weşanxaneya Aramê 4 jê bi kurdî 4 jî bi tirkî bi giştî 8 pirtûkên nû derketin. Weşanxaneyê pirtûka Meryem Kobanê ya “Onur Cephesî: Kobanê (Eniya Rûmetê: Kobanê)”, pirtûka Cebraîl Ancar a “Beyta Amara”,  pirtûka Mehmet Yoldaş a “Pentagon Amca (Mam Pentagon)”,  pirtûka Serkan Şahîn a “PARADİGMA, Newtoniyen Paradigmanın İflası, Kuantumsal Evrensel Oluşum ve Toplumsal Hakikat (PARADÎGMA, Îflasa Paradîgmaya Newtoniyen, Bûyîna Gerdûnî ya Kuantumî û Heqîqeta Civakî)”,  pirtûka Mehmet Reşît Aktay “Don Kîşot” a li kurdî hatiye wergerandin, pirtûka Rizgar Turhan a “Cangoriyên Mişarê”, pirtûka Sara Aktaş a “Üç Mevsim (Sê Demsal)” û pirtûka Ozan Ege ya “Qêrîna Pênûsên Şikestî” çap kir.

Di nava pirtûkan de xebatên helbest, pêkenî, bîranîn, lêkolîn û roman jî hene.

Pirtûkên bi kurdî

Pirtûka helbestan a Cebraîl Ancar a  “Beyta Amara” û ya Ozan Ege ya “Qêrîna Pênûsên Şikestî” hatin weşandin. Pirtûka Ancar a bi navê “Sedef” jî di demên berê de ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatibû çapkirin. M. Reşit Aktay jî pirtûk nivîskarê spanî Miguel de Cervantes Saavedra a bi navê “Don Kîşot” wergerand kurdî ku yek ji klasîkên zarokan e. Di berga pirtûkê de çîroka romanê hatiye vegotin.

Pirtûka bîreweriyê ya Rizgar Turhan a bi navê “Cangoriyên Mişarê” ji 584 rûpelan pêk tê û di berga piştê ya pirtûkê de wiha tê gotin: “Di çil salên dawî de kurdan hem xweliya li ser dîroka xwe weşandin hem jî dîrokeke nû nivîsandin. Bi nivîsandina dîrokê re sînordar neman feraseta li nêrîna dîrokê jî gehertin. Bêguman ev, ewqas ne hêsan bû. Di encama bedeleke mezin de pêk hat.

Yek ji wan cihên ku di nivîsandina dîrokê de roleke mezin lîstiye Botan e. Botan, di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Warê Mem û Zînê ye. Warê çîroka evînê ye. Warê têkoşîna azadî û bêbextiyê ye. Di çil salên dawî de jî bûye warê berxwedanê…”

Di pirtûkê de bîranîn hatine nivîsandin û tê gotin ku dîrok ne bi pênûs lê bi berxwedanê tê nivîsandin.