3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Parastinê yê Suriyeyê: Divê Tirkiye ji Suriyeyê derkeve

Piştî Esad Wezîrê Parastinê yê Suriyeyê jî destnîşan kir ku dewleta tirk piştgiriya komên çete dike û got ku heke Tirkiye aştiyê dixwaze divê ji Suriyeyê derkeve.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esad hefteya borî li dijî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan re derketibû û gotibû heta Tirkiye xwe ji herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê venekişîne bi Erdogan re rûnenê. Piştî vê peyama Esad bi heman rengî peyameke ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Suriyeyê Elî Mehmûd Ebas ve jî hat dayîn.

Wezîr Elî Mehmûd Ebas, der barê derketina komên çete yên girêdayî dewleta tirk ji Suriyeyê de ji televziyonek rûs re axivî. Elî Mehmûd Ebas, destnîşan kir ku Tirkiye li herêmê şer derdixe û piştgiriya çeteyan dike û wiha got: “Çend caran di navbera Suriye û Tirkiyeyê de civîn çêbûn, lê ji ber ku Tirkiye hêzên xwe ji Suriyeyê venakişîne, tu lihevkirinek jî çênebû. Daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiye ya li ser venekişîna hêzên wan, rêyên danûstandinê zehmettir dikin. Heya hêzên Tirkiyeyê ji Suriyeyê dernekevin, em nikarin ji bo aştiyê pêngavek biavêjin. Eger Tirkiye aştiya Suriye û ewlekariya welatê xwe dixwaze, divê hêzên xwe ji Suriyeyê vekişîne.”

Di berdewamê de Elî Mehmûd Ebas, diyar kir ku ew qebûl nakin hêzên Tirkiyeyê li ser xaka Suriyeyê hebin û bi wê re jî daxwaza aştiyê bike û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Tirkiye piştgiriya komên çete dike û hîn jî ev yek dewam dike. Em hêvî dikin Tirkiye dev ji vê piştgiriyê berde û ji bakurê Suriyeyê vekişe.”