4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber zilma DEDAŞ’ê keyayek îstifa kir

Li navçeya Çinarê, keyayê gundê Qerhêtayê Necat Ertem, ji ber birîna ceyranê îstifa kir.

Li bakurê Kurdistanê, zilma ku Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li kurdistaniyan dike didome. Li navçeya Çinar a Amedê ji ber vê zilma ku DEDAŞ li gundiyên wî kir keyayê gundê Qerhêtayê ku 140 mal lê hene ji keyatiyê îstifa kir. Li gorî nûçeya nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rewşan Saglam, li gund ji 11’ê tebaxê ve DEDAŞ’ê bi hinceta “deynên sondajê” ceyrana gundiyan birî. Nêzî 20 malbatên gund ji ber sedemên aborî nikaribûne deynê xwe bidin û ji ber vê yekê ceyrana tevahiya gund hatiye birîn û gundî bêav hatine hiştin.

Ji ber vê rewşê keyayê gund Necat Ertem bertek nîşan da û ji keyatiyê îstifa kir. Keya Ertem, di daxwaznameya xwe ya îstifayê ku duh da Qaymeqamtiya Çinarê de pirsgirêkên ku gundiyên wî dijîn anî ziman. Tevahiya daxwaznameya Ertem wiha ye:

Daxwaznameya îstifaya keya

“Li taxa me nêzî 800 kes dijîn. Li gundê me nêzî 20 bîrên sondajê hene. Çend xwediyên bîrên sondajê nikaribûn deynê xwe yê ji bo DEDAŞ’ê bidin lewma di navbera wan û DEDAŞ’ê de pirsgirêk hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, me gelek hewl da lê ji ber ku hinek saziyên dewletê pişta DEDAŞ’ê digirin, DEDAŞ bi tu awayî xwe nade ber çareseriyê û her tim pirsgirêkan diafirîne. Li taxa me gelek nexweşên diyalîzê hene û girêdayî makîneyê ne. Ji ber ku ceyrana me hatiye birîn, jiyana van nexweşan ketiye talûkeyê. Lê tevî vê jî tu saziyên dewletê berpirsyarî li xwe negirtin. Her tim pişta DEDAŞ’ê girtin û ji bo çareserkirina vê mexdûriyeta şêniyên gund tu gavek neavêtin. Ceyrana gundê me bi awayekî bêusûl hate birîn û şêniyên gundê me bêav man. Li dijî vê rewşê min nikaribû berpirsyartiyên xwe yên li hemberî şêniyên gund pêk bînim. Lewma tu wateyeke min a rûniştina li vî meqamê nîne.”

Qaymeqam 8 trilyon xwestiye

Der barê mijarê de Ertem ji nûçegîhana MA’yê Rewşen Saglam re axivî û ev tişt gotin: “Fatûreyên hinek malbatên deyndar heke 50 milyon be, weke trîlyonek hatiye nivîsandin. Hêza tu kesî nîne vî deynî bide. Ez çûm cem qeymeqam. Qeymeqam ji min re got, ‘Hûn ê çiqas ji vî deynî bidin me.’ Min jî jê re got, ‘Zeviyên me, sewalên me hene û dê çekeke bi 2 trilyon û 300 hezar TL binivisînim û deynê me bigirin’. Nexwe dê hemû telef bibin. Me kir û nekir pê razî nebûn. Ji min re got, ‘8 trîlyon pere bînin wê demê em ê ceyrana we bidin’. Wijdanê min ev yek ranegirt û min ji keyatiyê îstîfa kir.”

Şêniyên gund ku 6 roj in bê ceyran û av in jî li dijî rewşê bibertek in û dixwazim cezayên wan ên bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine nivîsandin bên jêbirin û rojek zûtir ceyrana wan bê berdan.