4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê ji bo girtiyê nexweş yê 80 salî daxuyanî da

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê ji sedî 93 astengdar e, were berdan.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 469’emîn de li ber avahiya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Înîsiyatîfê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Abdulhalîm Kaya yê ji sedî 93 astengdar e û niha li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê tê ragirtin.

Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî xwend û mirina girtiyê nexweş Şakir Turan ê li Girtîgeha Erzînganê dihat ragirtin bi bîr xist.

Nikare di zindanê de bimîne

Yazmaci bal kişand ser rewşa Abdulhalîm Kaya û destnîşan kir ku tevî ku Kaya nexweş e û temenê wî extiyar e jî bi tena serê xwe tê ragirtin. Yazmaci anî ziman ku li gel rapora astengiyê ya ji sedî 93’ê ya Kaya heye jî nayê berdan û nikare bi tena serê xwe bimîne û hewcedariyên xwe rojane pêk bîne. Yazmaci diyar kir ku ew dixwazin ku girtiyê nexweş Kaya û hemû girtiyên din ên nexweş demildest bên berdan.