18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê dîsa êrîşî başûrê Kurdistanê kir

Li gorî agahiyên saziyên tenduristiyê yên başûrê Kurdistanê di encama êrîşên Îranê ên bi fûze û balafirên bêmirov de 13 kes hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.

Hikûmeta herêma Kurdistanê êrîşên dewleta Îranê bi daxuyaniyekê şermezar kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev êrîş di çarçoveya binpêkirina serweriya axa başûrê Kurdistanê de tên kirin.” Di daxuyaniyê de li ser behaneyên dewleta Îranê jî hate rawestandin û wiha hat gotin: “êrîşên Îranê ên bi behaneyên cuda li ser navendên muxalefetê helwesteke ne di cih de ye û me matmayî dihêle, em van binpêkirinên bê navber tên kirin şermezar dikin.”

Ji aliyekî din ve Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî êrîşên Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li dijî êrîşên Îranê anîn ziman. Di daxuyaniya wezaretê wiha tê gotin: “Di encama êrîşan de gelek kuştî birîndar hene, ev pêşketineke taluke ye li ser ewlekariya Iraqê û serweriya wê, ev kiryarên metirsîdar ji alî ewlkariyê ve aloziyên mezin bi xwe re tîne û tu çareseriyekê bi xwe re nayne.”

Li gorî çavkaniyên herêmî li navçeya Altun Koprî ya parêzgeha Hewlêrê çend navendên Partiya Demokrata Kurdistan ya Îranê hatine topebaran kirin û bi balafirên bêmirov jî êrîş li dijî wan navendan hatine kirin.

Li gorî agahiyên ajansa Nesîm a girêdayî ‘Parêzvanên Şoreşê’ Îranê di êrîşên xwe de balafirên bêmirov ên bi çek bikar anîne.

Artêşa Îranê, daxuyand ku haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê hebûye ku ew ê baregehên hêzên kurd bombeberan bikin.

Haya hikûmeta herêmê ji êrîşê hebû

Artêşa Îranê, têkildarî êrîşa li hemberî herêma Zirgiwê û navçeya Koyê yên Herêma Kurdistana Federe de daxuyanî da. Artêşa Îranê daxuyand ku haya rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe jê hebûye ku ew ê vê êrîşê bikin. Li gor nûçeya di Rojnewsê de Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku dê careke din êrişê bibin ser hêzên li herêmê.