5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hebên hişbir vê carê di nava zebeşan de hat dîtin

Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdî da xuyakirin ku doh wan li paytext Riyadê  zêdeyî 700 hezar hebên hişbir ku di nava barekî zebeşan de hatibû veşartin, desteserkirine.

Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî di daxuyaniya xwe ya ku li ser rûpelên xwe yên medyaya civakî weşand de wiha got: “Li bajarê Riyadê 765 hezar hebên Amfetaminê ku di nava barekî zebeş de hatibûn veşartin bidest xistine.”

Di dema binçavkirinê de, hêzên ewlehiyê 5 kesên ku di vê dosyeyê de cih digirin girtin, ji wan 3 kes welatiyên Sûriyê û 2 jî welatiyên Siûdiyê ne.

Vîdeoyek ku ji aliyê wezaretê ve hatiye weşandin, nîşan dide ku çawa kiryaran hebên narkotîkê di hundirê zebeşê de veşartibûn, bi awayekî balkêş hatibûn veşartin ku gelekî zore dezgehên ewlekariya bikaribin bibînin.

Li gorî daxuyaniyê di her zebeşekî de kîsikekî şefaf û girtî tê de gelek hebên Amfetamîn hebûn.

Li gorî heman çavkaniyê, gumanbar  hatin desteserkirin û sewqî dozgeriya komarê hatin kirin.

Hêjayî gotinê ye ku milîsên Îran, Hizbulaha Lubnanê û bi hevkariya hêzên rejîmê, Sûriyeyê kirine navenda madeyên hişbir û bê navber li welatên derdorê belav dikin.