18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Iraqê istîfaya Helbûsî qebûl nekir

Îro parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser istîfakirina serokê parlamentoyê civînek lidar xist. Di encama dengdanê de 222 parlamenteran istîfaya serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî nepejirand û tenê 13 parlamenteran dengê erê dabû.

Civîn bi serokatiya cîgirê serokê parlamentoyê Şaxwan Abdulah pêk hat û hêzên ewlekariya Iraqê tevdîrên tund girtin.

Ji aliyekî din ve alîgirên Muqteda El Sedir jî li dijî lidarxistina civîna parlamentoyê daketin kolanan û di navbera wan û hêzên ewlekariyê de car caran pevçûn derketin.

Wekî tê zanîn Mihemed Helbûsî ku bi nêzîkatiya xwe ya bi şepêla Sedir re tê naskirin beriya çend rojan istîfaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

her wiha li gorî çapemeniya Iraqê di dema lidarxistina civînê de 4 fûze li nêzî parlamentoyê li herêma kesk ya Bexdayê ketine.