5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Herêma Kurdistanê di êrîşên Rejîma Îranê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da

Rejîma Îranê, di saetên serê sibehê de bi hinceta serhildanên ku ji ber kuştina jina ciwan Jîna Emînî li dijî wê tên lidarxistin, bi awayekî hemwext bi dronên bombebarkirî û moşekan êrîşî navend û baregehên hêz û partiyên rojhilatê Kurdistanê kir. Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bûn hedefa êrîşên Îranê. Navend û baregehên her sê partiyan bi awayekî dijwar ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bombebarankirin.

Herêma Kurdistanê agahdar kirine

Artêşa Îranê, der barê êrîşên xwe de daxuyaniyek da û ragihand ku Herêma Kurdistanê ji êrîşên xwe agahdar kiriye û ev agahî dan: “Ji beriya niha hişyarî ji bo van hizbane hatibû kirin ku êrişên li ser hêzên me dikin rawestînin. Êrişa îro ji aliyê pasdarên li navenda Biryargeha Hemze Seîd Şuheyda ve hatine pêkanîn. Her wiha bi rêya moşek û droneyan ve êriş li ser wan hizban li cihên cuda cuda yên li Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn.”

Di berdewama daxuyaniya xwe de Artêşa Îranê, destnîşan kir ku wê êrişek din jî li ser hizbên rojhilatê Kurdistanê yên di nava xaka Herêma Kurdistanê pêk bîne û heta Hikûmeta Herêma Kurdistanê erk û berpirsyartiyên xwe bi cih neynîne wê êrişên wên yên bi vî awayî bidomin.

7 kesan jiyana xwe ji dest daye

Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Saman Berzencî, der barê êrîşên Rejîma Îranê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrîşan de heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne. Her wiha Berzencî anî ziman ku li bajarokê Koyê 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî birîndar bûne, li Pirdê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.

Di dawiya axaftina xwe de Berzencî destnîşan kir ku dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.